MÊRDÎN
Li Navçeya Qoserê ya Mêrdînê kesên nasname nediyar şevê borî bombe avêtin buroya hilbijartinê a BDP'ê.
Şevê borî li Qada Azadiyê ya navçeya Qosera Mêrdînê, 2 kesên ku nasnameya wan nehat diyarkirin, bombe avêtin buroya hilbijartinê ya BDP'ê. Bûyer di saet di 01.30'ê şevê de çêbû. Di wê saetê de li buroyê kes tune bû, tiştek bi kesî nehat, lê buro wêran bû. Piştî teqînê gelek polîs hatin cihê bûyerê û lêkolîn kirin. Polîsan got ku bombe hatiye avêtin û lêkolîna wan berdewam e.
Hevserokê BDP'ya Qoserê Fettah Tekin got ku ev êrîş li dijî pêvajoya aştiyê ye û kesên aştiyê naxwazin ev êrîş pêk anîne. Tekîn êrîş şermezar kir.