Diyarname
Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd Kakemem Botanî roja 25'ê mehê li Hewlêrê wefat kir.
Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd Kakemem Botanî (Kakemem Fexrî Samî) di sala 1937’an de li navçeya Koyeyê ya Hewlêrê hatiye dinê.
Wî di temenekî nû ciwan de dest bi nivîsê kir û yekem çîroka wî di sala 1957'an de hat weşandin. Di sala 1970'yî de ligel hin hevalên xwe Yekîtiya Nivîskarên Kurd ava kir. Di qada wêjeyî de gelek kar û xebat kir.
Cenazeyê Botanî li Goristana Şêx Ehmed a li Hewlêrê hat definkirin.