Diyarname
Dadgeh bi kêrî çi tên? Bersiva pirsê helbet ev e: Bi kêrî edaletê tên. Lê ger dadgeh bi kêrî edaletê neyên?
Dema 63 şaredar ji peywirê bêne girtin bêedaletî derdikeve holê, yan dema ceza li şaredarekî bê birîn?
Bersiv li holê ye, edalet ji bo her kesî derbas dibe. Ji bo şaredarên kurdan jî, ji bo yên tirkan jî.
Mesele ev e:
Dadgehê 2 sal û 7 meh û 15 roj cezayê hepsê li Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu birî û li Tirkiyeyê hemû rojev bû ev. Lê yên kurdan? Bi dehan şaredarên kurdan ji peywirê hatin girtin, ne yek car, lê du caran… Kî, çi got?
Pêşî çend agahî
Di hilbijartina 2014’an de kurdan di serî de Amed, Wan, Mêrdîn gelek bajar û navçe bi dest xistin. Lê di sala 2016’an de dewletê bi kayûman dest danîn ser şaredariyan. Di hilbiijartina 2019’an de HDP’ê, yanê kurdan carek din şaredarî bi dest xistin. Amed, Wan, Mêrdîn û bajar û navçeyên din. Bi ser vê hilbijartinê re çend meh derbas nebûn dewletê carek din bi kayûman dest danî ser şaredariyan.
Û va ye îstatîstîk:
- 3 bajarên mezin Amed, Wan û Mêrdîn di destê HDP’ê de bûn. Niha kayûm li ser kar in.
- 5 bajar, Batman, Sêrt, Qers, Culemêrg, Îdir di destên HDP’ê de bûn bi kayûman dest danîn ser.
- Û 45 navçe, û 12 bajarok… Li hemûyan niha kayûm hespê xwe diajon.
Niha Tirkiye her kes li ser cezayê ku li Şaredarê Stenbolê Îmamoglu hatiye birîn diaxive, lê kes nabêje çi bi van ew qas şaredariyan hat? Çi sûcê van şaredaran hebû? Na, deng û hes nayê. Mêzîna edaletê ji bo her kesî ye helbet. Ji bo kurdan jî, tirkan jî.