Diyarname
Bi îdîaya heqaret li endamên Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) kiriye dadgehê îro 2 sal, 7 meh û 15 roj cezayê hepsê li Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu birî. Niha dê çawa be?
Piştî biryara dadgehê parêzerên Îmamoglu dê dozê bibin ber dadgehên Îstînaf û Yargitayê (Dadgeha Bilind).
Di rewşên normal de ev pêvajo sal, sal û nîv didome. Ger herdu dadgeh cezayê erê bikin dê qedexeya siyasetê ji bo Îmamoglu bê û dê şaredariya wî jî bê betalkirin. Li Meclisa Şaredariya Stenbolê endamên AKP’ê zêdetir in. Di rewşeke wisa de şaredarî ji destê Îmamoglu û CHP’ê derkeve. Di heman demê de Îmamoglu dê nikaribe bibe berendamê peywirek din. Lê berî hilbijartineke nû ev biryar neyê dayî, heta biryar bê dawî Îmamoglu dikare bibe berendam û siyasetê bike.
Li aliyê din Îmamoglu piştî biryara dadgehê ligel Seroka CHP’ya Stenbolê Canan Kaftancioglu li ber avahiya Bajarê Mezin ji bo kesên civiyane axivî. Îmamoglu got, “Ev doz nîşan dide ku li welat edalet nema ye. Kesên naxwazin nirxên girîng ên wekî edalet û demoksariyê bînin, ev doz doza wan e. Xwezî ev doz doza edaletê ba, li ber edaletê darizandineke çêbiba. A rast ev doz di vê pêvajoyê de doza pergala xirabeye ye.”