ROMA
Vatîkanê ragihand ku ew bi fikar, bûyerên ku li Herêma Kurdistanê rû dan û di encamê de kargehên Xiristiyanan hatin şewitandin, dinêrin. Radyoya Vatîkan û ajansa nûçeyan a Katolîkan bûyer bi awayê “Li Kurdistanê Pogroma* Xiristiyanan” şîrove kir û xwest ku Xiristiyanên ji Iraqê direvin bêne parastin.
Di nûçeyê de hate gotin ku zêdetir mîlyonek Euro ziyan çêbûye û di encamê de 37 kes birîndar bûne. Saziyên Katolîk bi bîr xistin ku kêmeneteweyên Xiristiyan ji Iraqê direvin Kurdistanê û wiha got:
“DIVÊ RÊVEBERIYA KURDISTANÊ BIBE MÎNAK”
“Metirstiya li hemberî Xirîstiyanên li Kurdistanê me dixe nava fikaran. Divê Herêma Kurdistanê û hêzên ewlekariyê li hemberî pogroma Xrîstiyanan a ji aliyê Îslamên radîkal ve hatiye destpêkirin, bikeve nava liv û tevgerê û tedbîrên pêwîst bigire. Bi taybetî balkêş e ku bûyer piştî nimêjên înê zêde dibin. Ji sala 2003'yan heta niha nêzî 40 hezar asûrî, ermenî, suryanî, keldanî, êzidî û heta tirkmen ji başûr û navenda Iraqê reviyan Kurdistanê. Ji ber wê jî divê rêveberiya xweser a Herêma Kurdan di warê parastina mafê kêmeneteweyan de, li Rojhilata Navîn bibe model. Lê li gorî agahiyên ku me ji Rêveberiya Herêma Kurditan wergirtin, komên Îslamîst ên rejima Îranê û Tirkiyeyê dixwazin bandorê li gelên herêmê bikin û herêmê tevlihev bikin.”
ANF


