Diyarname
Yek ji rojnameyên mezin ê Norwecê "VG"yê îro nûçeyeke bi ser navê "Kurd ji bo statuya xwe têdikoşin" weşandiye û her wiha pêre jî karîkaturek ku her çar parçeyên Kurdistanê kiriye yek.
Nivîsa di rojnameya VG de ji aliyê Per Olav Odegard ve hatiye nivîsîn. Di nivîsê de hatiye gotin ku 30 mîlyon kurd welatê wan nîn e û van lê zêde dike: "Niha li Iraqê firsendeke wisa ketiye destê wan."
Odegard her wiha gotiye ku aliyê bakur ê Iraqê baş e, aliyê din ê welat bi şerê mezhebî bûye gola xwînê, li Kurdistana Iraqê xiristiyan û kêmneteweyên din di nav aştiyê de dijîn. Di nivîsê hatiye gotin ku li Bexdayê siyasetmedarên reqîb di nav talûkeyê de ne, lê kurd niha pêşeroja xwe plan dikin ku niha Iraq bi awayekî pratîk bûye sê parçe.
Nivîskar heta dîroka şerê di navbera PDK û YNK'ê de jî çûye û diyar kiriye ku di civîna sala 1998'an a li Washingtonê de her duyan li hev kiriye û ji wê rojê de li ser lihevkirinê didomin.
Ligel nûçeyê xêzeke ku her çar parçeyên Kurdistanê kirine yek û endamekî DAIŞ'ê lê dinêre jî hatiye weşandin.
13.08.2014, VG


