Diyarname
Ji bo belavkirina 29’emîn Xelatên Rojnamegerî yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad li Navenda Çandê ya Cemil Candaş a li Şişliya Stenbola Tirkiyeyê merasimek li dar ket.
Di merasima ku Nezahat Dogan û Mazlum Akpolat bi kurdî û tirkî bi rê ve bir de Hevsekora HDP’ê Pervin Buldan, Mebûsê HDP’ê Tayip Temel, Ridvan Turan û Saruhan Oluç, Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyik, Hevseroka Dicle Firat Gazeteciler Dernegi (DFG) Dicle Muftuoglu, Dayikên Şemiyê û gelek endamên saziyên sivîl amade bûn
Pêşî Xwediyê Rojnameya Yenî Yaşamê Ridvan Turan axivî, bal kişand ser doza Mûsa Anter ku bêyî kiryar bêne cezakirin hat betalkirin û diyar kir ku hûn çi dikin bikin lên hûn nikarin bîranîna wî tune bikin. Turan wisa got,”Heta yên biryar dane, yên têtik kişandine, heta desthilatdariya ev yek kiriye hesabê bide emê bitêkoşin.”
‘Welatê kuştinên kiryar nediyar’
Hevseroka HDP’ê Buldan jî derket ser dikê û got ku pênûsa Apê Mûsa, makîneyê fotografan ê wî neket erdê, dûajoyên wî pênûsa wî girtin û pê nivîsandin, makîneyê wî girtin û pê fotoyên rastiyê dikişînin. Buldan wisa got, “Pergal ji Apê Mûsa û dûajoyên wî her tirsiya, loma kuştinên kiryar nediyar çêkirin. Ji ber vê yekê navê vî welatê, welatê kuştinên kiryar nediyar in e. Em heta nebêjin qediya naqede, emê hesabpirsîna xwe bidomînin.”
Dûre Edîrota Yenî Yaşamê Reyhan Hacioglu, kurê Musa Anter Dicle Anter, Hevseroka DFG’ê Dicle Muftuoglu axivîn. Hevserokê DFG’ê Serdar Altan ê girtî jî li ser navê rojnamegerên girtî name şand.
Piştî axaftinan kurtefîlmekî li ser Musa Anter û Gurbetelli Ersoz hatibû kişandin hat nîşandayîn û piştî vê jî hunermend Feryal Oney kurtekonserek pêşkêş kir.
‘Kulliyana Musa Anter nehatiye fêmkirin’
Her dawî kesên di pêşbaziyê de bi ser ketin hatin xelat kirin.
Di beşa Nûçeya Krudî de Omer Faruk Baran bi nûçeya “Manaya bilibendê û çend sirên ‘Kurdish Mashup 2019’” xelat girt. Baran piştî xelat girt got ku hê Musa Anter nehatiye fêmirin, kulliyata wî nehatiye xwendin û fêmkirin, divê ev baş bê fêmkirin, kurdî baş bê fêmkirin.
Di heman beşê de ji JINNEWS’ê bi nûçeya ““Girêdayî êrîşa nîjadperest a li Qazakistanê agahiyên nû!” Medya Uren Xelata Taybet a Juriyê girt. Uren jî di axawtina xwe de xelata xwe diyarî Jîna Emînî ya hat kuştin kir.
Di beşa tirkî de Xelata Taybet a Juriyê jî dan 3 nûçeyan: Ji rojnameya Evrenselê bi nûçeya “Yenisahra’da ne oldu? | Yangın için her şey hazirdi, kibriti çocuklara çaktirdilar” dan Murat Uysal, ji Kaos GL bi nûçeya “Mira’yi olduren katil, arabasini çalip arkadaşlariyla dugune” dan Yildiz Tar, û ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi “Aydin Cezaevi’nde şupheli olum: İntihar mi cinayet mi?” dan Semra Turan û Tolga Guney.
Di beşa fotografê de xelat dan fotografê Eylem Akdag (MA) ê bi navê “Bi Torbanin Agirligi”. Li aliyê din ji Evrenselê Eylem Nazlier jî bi fotoyê “Benim Yuvam Gitti” Xelata Taybet a Juriyê girt.
Di beşa Nûçegîhaniya Jin a Gurbetelle Ersoz jî JINNEWS’ê bi nûçeya “Polis tecavuz etti, savci, doktor ve polis ustunu ortmek istedi” xelat dan Safiye Alagaş.
Diyarî ji bo dayikên zarokên wan hatin kuştin
Di beşa katîkaturê de bi karîkakaturê “Atlasli” xelat dan Ozgur Evran, bi “Gul açmiş ceset” xelat dan Murat İpek. Li aliyê din karîkaturê Halil Îbrahîm Çoban jî bi xelata Juriyê ya Taybet hat xelatkirin. Murat Îpek xelata xwe diyarî Emine Şenyaşara ku zarokên wê hatin kuştin û ew jî di Nobeta Edelatê de ye û diyarî dayikên ku zarokên wan hatine kuştin kir.
Xeata Rûmetê jî dan xizmên girtiyan ku Nobeta Edaletê dane dest pê kirin. Hevseoka HDP’ê Pervin Buldan li ser navê malbatan xelat da Zeynep Çalihan û wisa got, “Kurd carinan ji gundên xwe hatin sirgûnkirin, carinan rastî kuştinên kiryar nediyar hatin. Sal 2022, hestiyêne kurdan di torbeyan de didin wan. Sal derbas bibin jî zilma li ser kurdan didome.”
Hin Nûçeyê Eleqedar?
- Nûçeya Omer Farûk Baran a di Diyarnameyê de bi ser ket
- Wêneyê rojê: Ji bo Jîna Emînî
- Ligel kursiya vala hevpeyvîn