Diyarname
Christiane Amanpour rojnamegereke navdar e û di CNN Internationalê de dixebite. Amanpour li New Yorkê xwest ligel Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî hevpeyvînek bike. Heyeta Reisi xwest Amanpour di dema hevpeyvînê de serê xwe girê bide lê Amanpourê ev yek red kir. Li ser vê yekê Reisi hevpeyvîn betal kir.
Serokomarê Îranê Reisi ji bo beşdarî Lijneya Giştî ya NY’ê (Neweteyên Yekbûyî) bibe çûbû New Yorkê. Amanpour bi ser hesabê xwe yê twitterê re mesele anî ziman. 17’ê mehê keça kurd Jîna Emînî ji ber porê wê dixuya ji aliyê polîsên Îranê ve hat kuştin. Piştî vê yekê û heta niha çalakiyên li ser vê meseleyê didomin. Amanpour diyar kir ku ji bo li ser vê meseleyê û tiştên din biaxive dixwest ligel Reîsî hevpeyvînê bike.
Amanpour diyar kir ku piştî biryara hevpeyvînê hate dayîn bi 40 deqîqeyî ji heyetê lê geriyane û xwestine ew laçikek bide serê xwe û bi vî awayî hevpeyvînê çêbikin, lê Amanpourê ev yek bi kûbarî red kiriye. Li ser vê hevpeyvîn hatiye betalkirin. Amanpour jî kursiyeke vala girt pêşiya xwe û wêneyeke ligel kursiya vala belav kir.