Diyarname
Derhênerê navdar ê fransiz Jean-Luc Godard di 91 saliya xwe de canê xwe ji dest da. Jina wî Anne.Marie Mieville eşker kir ku Godardî bi alîkariya întîxarî canê xwe ji dest daye.
Jean-Luc Godard di 3’yê berfanbara 1930’yî de li Parîsê tê dinê. Di dema Şerê Cîhanê yê 2’yemîn de li Swîsreyê jiya. Di sala 1949’an de diçe Zanîngeha Sorbonneyê.
Ew wekî yek ji derhênerên sînemaya “Pêla Nû” ya Fransayê tê nasîn.
Wî ligel Erich Rohmer û Jacques Rivette kovara sînemayê "Cahiers du Cinéma" û di kovarê de li ser sînemayê gotar nivîsîn. Piştî kurtefîlmekî, wî di sala 1960’î de îlmê “A Bout de Souffle” kişand. Dûre fîlmên wekî “Le Petit Soldat” (1960), “Une femme est une femme” (1961). Paşê gelek fîlmên din kişandin û li nav dîroka sînemayê cihê xwe girt.
Di jiyana xwe ya sînemageriyê de Xelata Şêrê Zêrî, Palmmiyeya Zêrî, Hirça Zêrîn, Xelata Cesarê jî di nav de gelek xelat girtibûn. Akademiyê jî di sala 2010'an de Xelata Rûmetê dabû wî.
Ev sînemager, derhênerê navdar roja 13’yê mehê canê xwe ji dest da.
Agahiya mirina wî jina wî belav kir. Jina wî got ku li mala xwe ya li Swîsreyê di nav aramiyê de bi alîkariya întîxarî dawî li jiyana xwe aniye. Mieville wisa gotiye, “Ew ne nexweş bû, tenê westiya bû. Ji ber vê yekê dawî li jiyana xwe anî. Wî bi xwe ev biryar daye.
Li Swîsreyê ji bo întîxara bi alîkariyê destûr heye.