Cîhan Roj
Ger kitêveke bi navê, "hûn jê re dibêjin çi", were amadekirin ê gelek baş be.
Di qada sanal de, bi wî awayî, bi hezaran peyv û mehneyên cuda hatin weşandin feqet ew nebin kitêv heyf e, piştî demekê an winda dibin an jî tevlîhevî têne pê.
Bi tenê kesek ji xwe re bike kar û xebatên wisa ên di qada sanal de berhev bike, peyv û mehneyên nû berhev bike danehev û berhemeke hêja tê afirîn.
Peyva "balyoz"ê (Diyarname) hate rojevê. Wekî tê zanîn alav, kelûpelên kevnare, bi nav û mehneyên xwe, di zimanan de hene. "Balyoz" li SSerhedê wekî, "zomp" tê bikaranîn. Ger peyv di zimên de bibin biwêj, bi awayek ew tê wê mehnê ku ew peyv an gelek kevn in an jî di wî zimanî de xweş cî girtine. Bo zomp biwêj hene:
"Serzompe.": Kesên naxwazin tiştekî qebûl bikin.
"zompe": Mirovên serhişk, bêkêr, exlebe ên bi awayek serûberî dikarin gelek kar bikin lê naxebitin. Bi mehneya fikrî jî ji bo kesên tişt nakeve serê wan...
Kitêveke bi wî awayî ê bibe sebeb ziman bêhtir bi derfet bibe, dewlemend bibe.
Rêzimanî wekî bi awayek wekî qanûna zimên tê dîtin, esas e, lê halek wisa tê xuyakirin ku her kes bi rêzimanê re eleqeder e, halbûkî ew kar eleqeya xwe bi pisporiyê re heye, kesên bi wî ilmî re eleqedar bêhtir dikarin fêde bidin me. Karên berhevkariyê, karên din ên ji bo ziman ji karê rêzimaniyê ne kêmtir in.
Mi çendî caran meraqa xwe nivîsî, dîsa bêjim; gelo di hemî zarava û devokên kurdî de hejmara peyvan çiqas e?
Ev pirs dibe sebeb ez ji bo vî zimanî gelek hêvîdar bim, bi tenê ew rewş ji bo qelema min taqeteke mezin e, sebebê moralê ye di edebîyatê de..
**
**Têbiniya Diyarnameyê: Ji bo em nûçeya "Dîwarê Berlînê li Qoserê hat hilweşandin!" saz bikin ku têde peyva "Balyoz" derbas dibe Cîhan Roj jî di nav de em li gelek kesî geriyan ku çi bibêjin. Me "Zomp" tercih kir û bikar anî lê peyvên din jî dihatin gotin.