Amed Kanî
Ev romana bi navê “ Dûvpişk Bi Xwe Venade” ji aliyê nivîskar Edîb Polat ve hatiye nivîsandin. Weşanxaneya Evrenselê ew çapkiriye. Ji du sed û sî rûpelî pêk hatiye.
Dema xwendekar dest bi xwendinê bike, wê rastê teknîkeke nûjen di destpêkê de were. Mirov dikare bêje ku ew roman wekî fîlmê sînemayê bi dîmena dawî ya rûdawê dest pê dike. Ev destpêk bi şayesandineke seyr û serkeftî mirov dikişîne nav rûdawa ku dişibe serpêhatiyeke balkêş. Ji şayesandina destpêka romanê hinek mînak: “Parçeyek ewr yê ku niha li alî rastê bû, bibû şêrekî li ser terriya xwe rûniştî, lê pirça sermilk û terriya wî li nav ewran gilokan çê kiribû. Wî devê xwe ji ronahiya rojê re vekiribû, dixwest hemî tîrêjan daqurtîne. Ev ne ewrên havîna navîn bûn ku mîna kirasên hiriya pez bin, lê niha mîna kincên bûkaniyê yên sipî tenik û zelal bûn. Telpek ewrê li ser lotika alî çepê, mîna siya mirovekî bû, parçeyê bin piyên wî li nêzîkî aso ketibû şiklê bersinga keçekê. Serê bersinga keçikê sorî kurr û bi gupik bû. Hemî ewr bi qursên mîna xwînê lewutîbûn.” Di vê şayesandinê de hunera tenasubê heye, ji ber ku roman ji serî heta dawî qala kuştinên kiryarên wan goya nediyar ku di eslê xwe de ji alî nivîskar ve tê diyarkirin û ew jî xwînrêj in. Ev destpêk (Dawiya rûdawê) bi vê pirsa Prof. Dr. Mervan Şen diqede: “Tu û vê derê? Çend sal derbas bûn ku me hev nedîtiye?”
Ji vir bi şûnde roman, wekî çîrokeke ku bi devê pîrejineke kurd tê vegotin hatiye honandin. Dîsa dikarim bêjim tenasubeke hunerî heye, hem bûyer bi çekên dûvpişk diqewimin, hem dûvpişk bi pîrejinê vedide, hem pîrejin hiriyê bi teşiyê dihone û hem jî nivîskar bi tevna romanê bûyeran dihone. Niha jî em dikarin li ser lehengê romanê rawestin: Hilbijartina leheng Ekremê Duhokî tiştekî gelek balkêş e. Ekrem Duhokî ji Başûrê Welêt e, ji Duhoka rengîn e, di nav refên pêşmergeyan de ji qetlîama Helebçê reviyaye hatiye li Amedê li Welatê xwe bûye dîlê qampekî. Ev hilbijartin yekîtiya welêt jî tîne holê, ku kurd sînorên li ser singa welatê xwe nasnakin.
Kesê duyemîn ku bi Ekrem re ji Başûrê Welêt hatiye Yezdan Zaxoyî ye, ku bi eslê xwe ji Bakurê Welêt e. Di nava rûdawê de wekî îtîrafkarekî cî digire. Kesê sêyemîn jî Merwanê Devse ye ku di dawiya romanê de wekî profesorekî bijîşkî dertê hember me. Yek ji lehengên sereke Refik e ku di bûyerê de û di berxwedanê de gelek girîng e.
Ev roman bûyerên ku di dîroka nêzîk de gelek bandor li ser neteweya kurd kirine digre dest xwe û bi teşeya romanî dihone. Yek jê hatina pêşmergeyan e û ya din jî jenosîda kurdan ku bi kuştina Wedat AYDIN hate destpêkirin e.
Hinek teybetmendiyên din yên romanê ev in:
1- Mirov dikare bêje roman romaneke realîst e, ez wekî kesekî ku di temamê jiyana xwe de niştecihê Amedê bûme, bi qasê danasîna nivîsvan min ne dukana Korûsif, ne çarşiya şewitî, ne Minara Çarnig, ne Dêra Meryemayê, ne xan û mizgeftên Amedê nasiye.
2- Roman ji aliyê çanda kurdî ve dewlemend e, gotinên pêşiyan di ciyê xwe de hatine bikaranîn.
3- Roman ji hêla olan ve xweşbînî ye, deh fermanên Tewratê bigre heta çarmîxa Îsa bîreweriyên misilmanan û hwd.
Kurteya Rûdawê: Di salên ku Pêşmerge tên Amedê de sê kes (Ekrem Duhokî, Yezdan Zaxoyî û Mervan Şen) bernama Partiyeke Kurd werdigerînin tirkî, ji ber vî karî Ekrem tê darizandin, lê di vê navê de ew ji bo xwendina mastirê li Zanîngeha Dîcleyê ye û bi keçeke tirkmen ya bi navê Aycan re pêwendî daniye, paşê ketiye hefsê û derketiye, hevaltiya wî û Refikê serokê partiyeke kurd li Amedê heye, di pêvajoyê de Refik tê kuştin. Yezdan jî bûye “îtîrafkar” û dîtiye kê Refik kuştiye. Di xwepêşandana cenazeyê Refik de Ekrem û Aycan birîndar dibin li nexweşxanê rastê hev tên û bi hev şadibin. Paşê serokê JTM’ê Birrek û “Îtîrafkar” dikevin pey şopa Ekrem ku wî bikujin. Ekrem direve Enqereyê û Aycana ku ji Enqerê ye li wir dibîne, ji kêfan wisa bi hev şadibin ku Aycanê dibe jina Ekrem, lê ev nayê hesabê dê û xwişka Aycanê ku di dema reva Ekrem a Swîsrê de îxbara Ekrem dikin û Ekrem ji hêla Birrek û hevalên vî ve tê kuştin û tê avêtin nava Deryaya Egeyê. Piştî hemû bûyeran “Îtîrafkar” Yezdan tê mala Pîrejina çîrokbêj û nasnameya Refik dide pîrejinê, dibêje “erê ez îtîrafkar im, lê ne xayîn im.”
Nîşe: Nirxandinên din yên derbareyê romanê de:
-Nivîsa Fehîm Işık weke pêşgotin di pirtûkê de cih digre.
-Nivîsa Helîm Yûsiv di malperên Kurdî de. (Rojeva kurdistanê, netkurd, welatperwer.)


