Diyarname
Li Cenevreyê roja 29'ê vê mehê li ser Sûriyeyê civîneke navneteweyî li dar dikeve. Rusya, DYA, muxalifên li Sûriyê û hin dewletên din beşdar dibin. Bi taybetî Rusyayê dixwest wekî muxalif PYD jî beşdarî civînê bibe lê bi taybetî Tirkiye bi şid û bi rik dij derdiket. Heta îro kes û rêxistinên dê beşdar bibin nehatibûn vexwendin, berî vexwendinê ji bo şêwrê gazî Hevserokê PYD'ê Salih Muslim jî hat kirin. Lê vê êvarê lîsteya kes û saziyên vexwendî diyar bû ku têde PYD nîn e. Hevserokê Meclisa Sûriyê ya Demokratîk Heysem Menna ji bo Cenevreyê hat vexwendin.
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim vê êvarê got ku ji bo wan tu vexwendin nehatiye, lê Hevserokê MSD'ê ne wekî sazî, wekî şexs hatiye vexwendin. Muslim wisa got: "Tirkiyeyê astengiyek mezin derxist û ev hewldana Tirkiyeyê ji bo aştiya li Sûriyeyê nabe çare. Civînek ku PYD beşdar nebe dê ji bo Sûriyê jê aştî dernekeve."
Her wiha Muslim got ku Hevserokê MSD'ê Heysem Menna ji wî re gotiye ku we venexwînin ewê jî neçin.
Helwesta Rusyayê
Her wiha Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov jî got ku PYD beşdarî civînê nebe dê encamek dernekeve.
Helwesta Tirkiyeyê
Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu îro dijî vexwendina PYD'ê derketibû û gotibû cihê PYD'ê ne li vê civînê li cem Esad e. Davutoglu berê jî dijî PYD'ê derketibû.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu jî îro ragihandibû ku PYD'ê vexwînin ew dê civînê boykot bikin û neçin.
MSD
Meclisa Sûriyê ya Demokratîk ji gelên cur bi cur pêk tê, hevserokên wê jî Heysem Menna û Îlham Ehmed in. Neteweyên Yekbûyî ku civîna Cenevreyê di bin banê wê de li dar dikeve vexwendin ji bo Hevserokê MSD'ê Heysem Menna re şandiye lê ji bo hevseroka din Îlham Ehmed neşandiye. Ji MSD'ê vexwendname ji bo Renda Kassim û Kadrî Cemîl (Rêberê Partiya Vîna Gel) jî çûye lê ji bo PYD'ê neçûye.
Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed di heman demê de rêvebera TEVDEM'ê ye jî.
Niha dê çawa be? Ger Hevserokê MSD'ê jî neçe wekî dê bê wê wateyê ku muxalefeta rastîn ya li Sûriyê di civînê de nîn e û wekî civînên Cenevreyê yên yekemîn û duyemîn dê bê wate bibin û tu encam jê derneyê. Heta roja înê dê rewş tam zelal bibe.