SILÊMANÎ / ROJNEWS
Pîştî di civîna îro ya li Girê Zergete ya Silêmaniyê pêk hat Omer Seyîd Elî wekî Rêberê nû yê Tevgera Goran hat hilbijartin û paşê daxuyaniyek da.
Elî wiha got: "Em diyar dikin wê hewldanên Goran li ser rewşa niha herêm tê re derbas dibe bidomin. Ev wê rêbaz û xebata me ya serekî be. Ev e ew rêbaza niştîmanî ya me ji Rêberê wefatkirî Newşîrvan girtiye, emê li ser dewam bikin."
Omer Seyîd Elî ev jî lê zêde kir: "Herêm bi guhertinên mezin re rû bi rû ye. Wekî Tevgera Goran di aliyê erkê nîştimanî û netewî de li hemberî gelê berpirsyariya me mezintir bûye. Ji ber wê emê zext bikin li ser yekrêziya hemû gelê me û hemû pêkhate aliyên siyasî, ol û netew di oxira pêkanîna aramiya siyasî û civakî de. Li aliyek din jî em soz didin hevalan ku karê rêxistinî bi hev re pêk bînin ji bo serxistina rêxistinê. Emê zext bikine li ser serxistina tevgerê. Her wiha emê rê û mekanîzmayên tevgerê berdewam bikin."
**
Nûçeya Eleqedar:
- Omer Seyîd Elî ji bo Rêberê Giştiyê yê Tevgera Goran hat hilbijartin