Diyarname
Li Lîga Şampiyonan de fînalîst diyar bûn. PSG ku bi 3 golan Leipzing têk biribû û derketibû fînalê, Bayer Munihê jî duh êvarê bi 3 golan Lyon têk bir û bû reqîbê PSG'ê. Her du tîmên bi 3 golan hatin fînalê dê bi çend golan kûpayê bibin mala xwe? Bersiva vê pirsê vê yekşemê (23'yê mehê) saet 22'yan de ye.
Maça dawî ya nîv fînalê di navbera Lyon û Bayer Munîhê de bû. Di 15 deqîqeyên pêşî de tu şûtek Bayer Munihê nîn bû lê Lyonê çend firsendên muhîm bi dest xistin lê nekarîn veguherînin golê. Û tam di kêliyên wisa de gotina "tu neavêjî dê reqîbê te biavêje" derket holê: Bayerê bi Serge Gnabry golek mikemel avêt û 1-0 derket pêş, hem tofana bi ser wê de dihat qewirand û hem hat ser hemdê xwe. Piştî vê deqîqeyê Bayerê bîr bir ku ew ne tîmek ji rêzê lê Bayer Munih e û deqîqeya 33'yan de dîsa bi Gnabry golek din jî avêt.
Her çiqas Bayer favorî bû, bi asta xwe du qalib ji Lyonê jortir bû jî peta ber bi dawiya maçê gelek firsend ketin destê lîstikvanên Lyonê lê nekarî golek jî biavêjin. Di deqîqeya 88'an de Lewandowski gotina dawî got: 0-3.
Wekî notek: Maça finalê ya Lîga Ewropayê ya UEFA'yê 21'ê vê mehê dê di navbera Sevilla û Interê de bê lîstin. Maça fînalê ya Lîga Şampiyonan a UEFA'yê jî 23'yê mehê di navbera Bayer Munih û PSG'ê de bê lîstin. Her du maç jî saet 22'yan (li gor saeta Tirkiyeyê) de têne lîstin


