LONDON
Xwediyê Xelata Nobelê, Sermetranê Arfîkî Desmond Tutu di der barê çareseriya pirsgirêka kurd a bi riyên aştiyane û muzakerayan de ji Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re nameyeke nivîsî. Ew name ji ser Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Londonê re dixwest ji Erdogan re bişîne lê balyozxaneyê name qebûl nekir.
Tutu wê bi rêyeke din nameyê ji Erdogan re bişîne. Lê berî şandinê name li Ewropayê di hen weşanan de hate weşandin û li Tirkiyeyê jî hindik be jî di çend rojnameyan de hat weşandin.
Vaye nameya Tutu:
Birêz Recep Tayyîp Erdogan
Birêz Erdoganê Hêja
Ez dixwazim bi vê nameyê xwestekên xwe yên jibo aşitî û hizûrê ji we re pêşkêş bikim. Piştgiriya gelê tirk dayî Filîstînê me wêrek kiriye, Tirkiye alîkariya dide Filîstînê û hewldanên wê yên jibo aştiya Îsraî-Filîstîn me gelek dilşad kiriye.
Dema Gulana sala 2010'ê we êrişa Îsraîlê bi tundî şermezar kirî, hêviyek nû ya çareseriya bi riyên aşitiyane bi me re çêkir û hêviyên me yên jibo destpêkirina pêvajoyekî nû ya aşitiyê geştir kir.
Em dibêjin we bi daxuyaniyên xwe yên fermî baştirîn tişt kiriye û em rêzê ji daxwuyaniya ku we têde behsa ‘şer û pevçûnên navnetewî tenê dikarin bi riyên aşitiyane bêne çareserkirin’ kirî re digirin.
Li gel vê, em dixwazin gumanên xwe yên d derbarê lihevnekirina gelên kurd û tirk de ya her ku diçe dijwartir dibe de, ji we re rabigihînin. Mirina ciwanên bêguneh yên her du aliyan, me pir xemgîn kiriye. Em ji cerbandinên xwe dizanin, tu kesek tu carî ji pevçûnên wiha bi serkeftî dernakeve. Jibo pirsgirêkên Rojhilata Navîn, baştirîn çareserî riyên aşitiyane ye. Pirsgirêka kurd jî dikare bi hevdîtinên bi rêberiyatiya gelê kurd re, bi riyên aşitiyane çareser bibe.
Em tîka ji we dikin ku hun weke lîderê Tirkiyeyê raye û bandora xwe, jibo bidawîbûna pevçûnên li welatê xwe bikar bînin. Wê ev rewş jibo parçeyên din yên Rojhilata Navîn bibe mînakek. Ger hun tiştek wiha bikin, wê dîrok her tim we bibîr bîne- çawa ku Nelson Mandela Afrîkaya Başûr anî ser riya çareseriya aşitiyane û ev jî bû cihê şanaziyê, wê dîrok we jî bi vî awayî bi bîr bîne. Hun jî dikarin di dîrokê de bibin xwediyê heman nav û rûmetê.
Ger hun jibo çareseriya pirsgirêka kurd ya li welatê xwe hewl bidin, wê rexistina mafê mirovan KHRAG ya li Afrîkaya Başûr, hemû alîkariya navnetewî ya jibo çareseriyê bixe dewrê û wê destê xwe yê jibo çareseriyê dirêjê we bike.
Em bawerin hun ê li Rojhilata Navîn cûdahiyek bêhempa ya mayînde di jiyana mirovan de biafirînin- mirovên ku bi salane êşê dikişînin. Em hêvîdarin ku hun ê ev erkê dîrokî yê dikeve ser milê we pêk bînin.
Bi bêsebirî li benda bersiva we ne
Xweda we biparêze
Sermetran Fahri Profesor Desmond Tutu