Diyarname
Rêveberiya Ragihandina Perwerdeya Herêma Kurdistanê der barê rojên şemiyê de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de wiha hate ragihandin; “Ji bo wekheviya şêwazê dewamê li hemû dibistanan û nebûna cudahiyê Wezareta Perwerdeyê biryar da ku rojên şemiyê bike roja bêhndana fermî bin.”
Di daxuyaniya Wezareta Perwerdeyê de ev jî hate gotin; “Divê ew waneyên roja şemiyê di rojên din de bên bicihkirin. Nabe waneyên roja şemiyê vala biçin. Berpirsên dibistanan ji duristkirina vê bernameyê berpirs in.”
Li Başûr roja fermî ya betlaneyê ji bo her kesî roja înê ye.Ji bo perwerdehiyê jî în tenê roja betlaneyê bû, niha roja şemî jî li vê hat zêdekirin.