Diyarname
Nivîskar Orhan Pamuk di vekirina Fûara Frankfurtê de axivî: Youtube jî têde gelek malper li Tirkiyeyê qedexe ne.
60'emîn Fûara Pirtûka a Frankfûrtên îşev bi merasimeke dest pê kir. Mêvanê fûarê yê îsal Tirkiye ye.
Tirkiye bi diruşma "Bi hemû rengên xwe Tirkiye li Frankfûrtê ye" wekî mêvan beşdarî fûarê dibe. Ji bo vê yekê Tirkiyeyê gelek xebat kirine û xebatên xwe, danasîna xwe û propagandaya xwe dê li fûarê bike. Ji Tirkiyeyê hin weşanxaneyên kurdan beşdarî fûarê nabin, hin jî dibin. Yek ji weşanxaneyên kurdan ku beşdar dibin jî Weşanên Lîsê ye. Di paneleke li ser kurdan de jî Şeyhmus Diken, Muhsin Kizilkaya û Lal Laleş beşdar dibin. Ew dê mijara ‘Gelo kurdî wekî zimanekî wêjeyî dikare bê rûniştandin?’ nîqaşeke pêk bînin. Her wiha Weşanên Mezopotamya, PEN'a Kurd jî beşdarî fûarê dibe.
Fûar îşev bi merasimekê dest pê kir. Axaftina destpêkê ya fûarê ji aliyê Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul û nivîskarê xwediyê Nobelê ya Wêjeyê Orhan Pamuk kir.
Pamuk da zanîn ku li Tirkiyeyê di sed salên dawî de çewsandin li ser nivîskaran pêk hatine û vê yekê çanda tirk dewlemend nekiriye, berevajî feqîrtir kiriye. Pamuk wisa got: "Xuya dewletê ya cezakirina nivîskar û pirtûkan didome. Ji bo gelek nivîskarên wekî min bêne huşkirin xala 301'ê ya Zagona Cezaya Tirk tê bikaranîn, bi sedan nivîskar û rojnameger niha li dadgehan têne darizandin."
Orhan Pamuk li ser qedexeya ser malperan jî sekinî û ev tişt anî ziman: "Îsal dema min romana xwe dinivîsand ji bo li fîlmên kevn ên tirk temaşe bikim min ji Youtube temaşe dikir lê niha ez nikarim heman tiştî bikim ji ber ku digel Youtube bi sedan malperên yêrlî û yên biyanî yên siyasî li Tirkiyeyê qedexe ne. Dibe ku xwediyên desthilatdariya siyasî ji qedexeyan memnûn bin lê em nivîskar, weşanger, hunermend, yên ku çanda Tirkiyeyê diafirînin û dişopînin em van çewsandinan fêm nakin."