Diyarname
Îro careke din ji bo Serokomariya Iraqê li Parlemena Iraqê hilbijartin hebû lê careke din kurdan li hev nekir û serokomar nehat hilbijartin.
Postê Serokomariya Iraqê di destê kurdan de ye. Ji sala 2003'yan ve heta niha her ji YNK'ê kesek ji bo Serokomariya Iraqê hatiye hilbjartin. Lê vê carê YNK'ê serokomarê niha Berhem Salih wekî berendam nîşan da, PDK'ê Rêber Ehmed kir berendam. Ji ber her du partiyên mezin ên kurdan ên Başûr li hev nekirin, dubendî çêbû û ev çend car e serokomar nayê hilbijartin.
Li Iraqê ji bo parlemen li hev bicive û serokomar bê hilbjartin pêdivî bi amadebûna 220 mebûsî heye. Û hejmara tu alî têra vê nake. Heta niha ji ber vê dubendiya kurdan her hilbijartin hat taloqkirin. Herî dawî 26'ê adarê de parlemen li hev civiya, lê çênebû. Civîn avêtibû îro, îro jî bi têra xwe mebûs nîn bûn, carek din civîn hat taloqkirin. Tê gotin ku 6'ê meha pêşiya me ji bo vê yekê parlemen dê li hev bicive..
REWŞA PARLEMENÊ
Di Parlemena Iraqê de 329 kursî hene. Ji bo rûniştina parlemena pêdivî bi 220 mebûsî heye. Îro ji Koma Sadr 75, ji Koalîsyona Sûniyan 62, ji PDK'ê jî 31 mebûs hebûn. Ku van her sê aliyan ji bo deng bidin berendamê PDK'ê li hev kiribûn. Van bi navê "Koalîsyona Rizgarkirina Welat" koalîsyoneke ava kiribûn. Ji bilî van çend mebûsên serbixwe hebûn, lê têra civînê nekirin.
Ji koalîsyon û mebûsên nehatin civînê, mebûsê Partiya Dewletê ya Qanûna Şîîyan Mihemed Zeyadî gotiye, "Ger PDK û YNK bi yek berendamî bên parlemenê emê deng bidin. Li hemberî her duyan jî em ne alî yekê ne."
***
Nûçeyên eleqedar:
- Îro jî kurdan li hev nekir û Serokomarê Iraqê nehat hilbijartin
- PDK’ê kesekî din ji bo Serokomariya Iraqê wekî berendam nîşan da
- Dadgehê berendamtiya Hoşyar Zebarî betal kir
- YNK dîsa Berhem Salihî wekî berendam nîşan dide