Lîstikvan, model û produktor Elizabeth Hurley di 10'ê pûşpera 1965'an de li Hampshire ya Îngilistanê hatiye dinê.
Yek ji fîlmên wê ku bal kişandiye fîlmê komedî yê Mike Myers ê bi navê "Austin Powers" e. Piştî lîstika serketî ya di vî fîlmî de Hurley di fîlmên wekî "EdTV", "Bedazzled", "Double Whammy", "Serving Sara" de lîst.
Ew ji sala 1995'an ve bi marqeya kozmetîkê Estee Lauder re dixebite. Ji wê rojê ve ew pereyên ku ji wê derê digire pê alîkariya weqfa li ser qansêra singên jinan dixebite dike. Beşeke para xwe ku ji marqeya "Elizabeth Pink" digire rast rast pêşkêşî weqfê dike.
Û wê rojê ew di şeva Weqfa Lêkolîna li ser Qansêra Singan de bû. Ev wêne jî ji wê şevê ye.