NAVENDA NÛÇEYAN
Berdevkê Dadgeha Federal a Iraqê Îyas Samok têkildarî referandûma 25'ê rezberê li Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da. Wî ew nikarin biryarê bidin referandûm destûrî ye yan ne destûrî ye û got "Em nikarin bêjin ku referandûmê Destûra Bingehîn binpê kiriye."
Berdevkê Dadgeha Federal a Iraqê Îyas Samok di axaftina xwe de got: "Dadgeha Giştî dozên pêşkêşî Dadgeha Federalî hatin kirin şopandin. Li gorî hejmara 89, 91, 92 û 93 ya sala 2017'an daxwaz hatibû kirin ku biryar bê dayîn ku referandûma 25'ê rezberê Îlonê ne destûrî ye.”
Berdevkê Dadgeha Federal a Iraqê Îyas Samok got; "Dadgeha Bilind a Federalî têkildarî referandûmê heta her du aliyan guhdar neke nikare bêje destûrî yan ne destûrî ye.”
Samok her wiha anî ziman ku eger her du alî belgeyên xwe ji Dadgeha Federal re bişînin wê karibin biryar bidin.


