TAYLAN ESMER
Parlementeriya Hatîp Dîcle bi nêzî 80 hezar dengî hat hilbijartin û ji aliyê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ve hat vetokirin û li şûna wî parlementereke AKP’yî hate bicîkirin. Niha parêzerê Hatîp Dîcle serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpa (DMME) da.
Parêzerê Dîcle, parêzer Levent Kanat serî li DMME’yê da û diyar kir ku Serdozgeriya Taybet a Enqereyê di 31’ê adara 2008'an de bi hinceta ‘Propagandaya PKK’ê kiriye’ doz li Hatîp Dîcle vekiribû. Di îdîanameyê de daxuyaniya Dîcle ya di 23’ê kewçêra 2007'an dabû ajansa nûçeyan a ANKA’yê wekî hincet tê nîşandan û xwest ku Dîcle di çarçoveya zagona 7/2 ya Tekoşîna bi Terorê re’ û Madeya 53'yan a TCK’ê bê cezakirin.
Kanat diyar dike ku her çendî serlêdana Dîcle ya ji bo namzetiya hibijartina 12’ê pûşperê hat qebûlkirin û wekî parlementer hate hilbijartin, lê piştre bi hinceta ‘mehkûmyetê’ parlementeriya wî ji aliyê YSK’ê ve hat betalkirin. Kanat wisa dom kir: "Kesê ku serlêdanê dike, serokatiya partiya siyasî û parlementerî kiriye û bi awayeke aktîf cihê xwe di nava siyasetê de girtiye, gelek caran li ser pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê ‘pirsgirêka Kurd’ nirxandin kiriye, ji bo çareseriyê pêşniyar kiriye û van pêşniyarên xwe bi rayagiştî re parve kiriye. Ji ber tekoşîna siyasî ya ji bo pirsgirêka kurd zêdetirê 10 salan di girtîgehê de maye. Pirsgirêka kurd demek pir dirêj e ku rojeva Tirkiyeyê mijûl dike. Ji ber ku di nava vê pirsgirêkê de têkoşîneke ya çekdarî jî heye. Rêxistina çekdar PKK ku wekî aliyek ê vê pirsgirêkê ye, di sala 2006'an de şerên çekdarî ragirt û agirbesteke yek alî ragihand. Di vê demê de ji bo ev pêvajoya bêçalakiyê berdewam bike, gelek kesayetiyan hewl da. Êrîşên ku wê bibin sedema bidawîbûna vê pêvajoya bêçalakiyê, di raya giştî û çapemeniyê de cih girt. Di demek wiha de, di roja 23 kewçêra 2007'an de nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Ankayê li kesê serlêdan dike, geriya û nêrîn û ramanên wî yên derbarê pêvajoyê de pirsiye. Ev daxuyaniya kesê serlêdan dike (Hatîp Dîcle) di gelek saziyên çapemeniyê de cih girt. Hevokên kesê serlêdan dike yên wekî “Ev agirbest êdî ne derbasdar e. Ger artêş operasyonên xwe ranewestîne, ew ê jî mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin' wekî propagandaya rêxistinê hat nirxandin û bi Zagona 7/2 ya Tekoşîna bi Terorê re’ û Madeya 53. salek û 8 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.”
Dadgehê bê ku parastin û nirxandinên yên me wekî wekîl û miwekîl guhdar bikin, ev biryar daye. Temyîza vê biryarê bi awayeke bê rûniştina dozê ji aliyê 9'emîn Daîreya Dadgeha Bilind ve pêk hatiye û guhdarî hincetên temyîza ku ji aliyê me ve hate pêşkêşkirine nehatiye kirin û ev biryara ku 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dayî erê kiriye."
Kanat di daxwaznameya xwe de diyar dike ku Hatîp Dîcle ji bo hilbijartina parlementeran a 12’ê pûşperê wekî parlementerê serbixwe serî li YSK’ê daye û YSK’ê jî di 21’ê avrêla 2011'an de serlêdana namzetiya Dîcle erê kiriye, piştî ku Dîcle hat hilbijartin parlementeriya wî hat betalkirin. Kanat ji DMME'yê dixwaze ku li gor peymana Sozlêkirina Bilind, li gor xala 9, 10, 13 û 14'an û li gor xala 3'yan ya protokotokala 1'emîn ev îhlala li hemberî Dicle bê diyarkirin.
ANF