Diyarname
Endamê Rêveberiya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Eta Serawî diyar kir ku rêveberiya YNK’ê biryar da ku Dr. Berhem Salih namzetê wan ê serokomariya Iraqê be.
Piştî ku Hevserokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî duh li ser Serokatê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî civiya û têkildarî wezîfeya serokomariya Iraqê guftûgokirin, îro li gel Meclîsa Rêveberiya YNK’ê civiya.
Li gor nûçeya Rojnewsê, endamê Rêveberiya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Eta Serawî li ser hesabê xwe yê Facebook’ê got: “Îro em tevlî civîna rêveberiya YNK’ê bûyîn ku têde komek biryarên girîng hatin dayîn. Wê ji bo Serokomariyê yek namzetê YNK’ê hebe. Ev jî Dr. Berhem Salih e.”
Endamê Rêveberiya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Eta Serawî eşkere kir ku di civînê de qala peywendiyên li gel partiyên Iraqî û Kurdistanê kirine.
SEROKOMAR ÇAWA TÊ HILBIJARTIN?
Li aliyê din YNK'ê heta niha duxuyaniyeke fermî belav nekiriye. Ji bo Serokomariya Iraqê yên bixwazin dikarin heta 8'ê meha pêşiya me ji bo berendamtiya serokomarî serîlêdana xwe bikin. Li Iraqê serokomarî ji aliyê meclisê ve tê hilbijartin. Di meha kewçêra 2021'ê de li Iraqê hilbijartin çêbûbû. Ji berendaman kî dengên zêde bigere ew tê hilbijartin. Ji aliyê kurdan ve YNK dixwaze Dr Salih bibe berendam, li aliyê PDK'ê hê biryareke teqet nehatiye dayîn.


