Diyarname
Piştî ku dadgehê berendamtiya berendamê PDK’yê yê ji bo Serokomariya Iraqê Hoşyar Zebarî betal kir, PDK’ê yekî din kir berendam: Rêber Ehmed.
YNK’ê Serokomarê niha Berhem Salih dîsa wekî berendam nîşan da. PDK’ê Zebarî nîşan dabû lê dadgehê ji ber doza li ser Zebarî berendamtiya wî betal kiribû. Îro PDK’ê berendamekî nû nîşan da. Rêber Ehmed ku Wezîrê Navxweyî yê Herêma Kurdistana Federal bû bû berendamê PDK’ê.
Rêber Ehmed yek ji kadroyên PDK’ê bû di nav Parastinê de û niha jî li ser navê PDK’ê berendamê Serokomariya Iraqê ye.
Rêber Ehmed ku li Zanîngeha Selahedînê beşa endazyariya bajêr xwendiye, demek dirêj di nav Parastinê de cih girtiye. Ehmed enamê Rêveberiya Navendî ya PDK’ê ye. Ew ligel kurdî bi erebî, îngilîzî, farisî û tirkî dizane. Ehmed ji sala 2019’an ve wekî Wezîrê Karên Navxweyî yê Herêma Kurdistana Federe ye.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Dadgehê berendamtiya Hoşyar Zebarî betal kir
- YNK dîsa Berhem Salihî wekî berendam nîşan dide
-