Amed
Diyarbakirspor ku di Lîga 3'yem a Super Totoyê de dilîze, bê teknîk dîrektor ma. Teknîk Dîrektorê wê Enver Aylak ji peywira xwe îstîfa kir.
Diyarbakirspor par ji Lîga Duyem ketibû Lîga Sêyem û wê çaxê peywira teknîk dîrektorî dabûn Enver Aylak.
Lîga 3'yemîn ev sê hefteye dest pê kirin û di van sê maçan de Diyarbakisporê pûanekê jî negirtiye.
Enver Aylak ku ji Amedê ye di îstîfaya xwe de wisa got: "Ji bo ez rê li ber klûbê vekim min îstîfa kir. Ji ber ku Kayyûmê heyetek peywirdar nekiriye niha li klûbê muxatabek nîn e, lê ezê bi rêya noterê ragihînim ku ez naxebitim. Ji niha û pêde ez serketinê ji bo Diyarbakirsporê dixwazim. Ez wekî kesek ji Diyarbekirê ez diyar dikim ku ez her Diyarbekirsporî me. Ya min ne rev e, pêdivî bi guherîneke heye, dibe ku ev guherîn bi kêrî tîmê were. Ji ber vê yekê min îstîfa kir."