Yusuf Bagî
Her çiqasî dereng be jî, lê hişê min hate serê min. Çima ez ne li welatê xwe me? Çima ez ne ser xaka bav û kalê xwe me? Çima ez ne li gundê xwe me? Çima ez ne şivanê sewalê xwe me û cotkar yê çandiniya xwe me? Çima ez ne pele û karkerê zeviya xwe me? Çima min Kurdistan berda û ez hatim welatên biyanî? Ji bo çi û sedem çi bû?
Ji xofa mirinê ve.
Ez hatim welatê genî?
Ji xwe her roj ez dimirim. Li gel zimanê xwe li gel çanda xwe li nîjada xwe. Li ku ma bêhna xûzyî û razana serê banî? Kanî mêrgên zozanê Şerefdînê û avzê ya Mûradê? Li ku ma hewîngên gola Wanê û hezar golên Çewlîkê? Li ku ma siya bircên Amedê û çil kanîyên Mêrdînê? Kanî gola Birahîm Xelîl û masîyên kedî kirî? Kanî nalîna çemê Firatê rondikên çavê welat? Li ku ma jiyana her dem bi kurdî? Li ku ma xewn û ramanên bi kurdî? Li ku ma çîroka çûka pepûk ji lêvên dayikên jar? Li ku ma strana Zembîlfiroş ji erbana derwêşên hejar?
Divê ku gelê kurd yên kû ne ser xaka xwe dijîn van pirsa ji xwe bikin. Her roj di xewn û ramanên welatê xwe de bijîn. Lewma welatê xelkê û xaka xelkê ji mirov re nabe welat. Her ciqasî mirov li ser xaka xelkê bibe xwedî mal û milk dîsa ew navê sosret ji ser mirov nare. Her mirov dimîne PENABER. Ev navê ecêb her mirova bê war û bê ziman dike.
Berê pêşîya gotî ye, 'dara hirmê li ser xaka xelkê nagihêje berê xwe'.
Bi hêvî ya vegera welat hêvî bû ku wegerim gund û çandiniyê biçînim. Nîr û halet çot û cobar, şixre û gêre, melhêb û diraxe, ceh û genim, nok û nîsk, şolûk û kizin li ber bayê başûr babik im, ka û heba cuda bikim.
Hêvî bû kû veger im gund û tevnê bi hûnim, rês û hepo, gûloka birêsim lîva û hirî. mahfûr û merş, bi wêneyên xûzayî bi neqişîn im.
Hêvî bû kû vegerim gund û bibim şivan, bilûr û gopal, tûr û kûlav, birik pez vehewîn im. Li mêrgên Şerefdînê kulîlk û beybûn, nefel û nêrgiz, li bin belekên berfê ber tava hîva şevîn a şevê li serê şikêr kê rûnêm û ji felekê re bilorîn im; stran a Evdalê Zeynê û helbesta bilûra min ji pênûsa mîr ê hêja bixwîn im. Ber banga sibê li hêviya bêrîvanan bimînim, bi meqamê bêrîvanê gûjîn ji bilûrê bînim û pez bidim bêrî û berxû mîha bi ser hev de bi kalînim Û berxên mîjo bimijîn im.
Hêvî bû ku veger im gund û destê dayika jar maç kim. Ji zimanê wê, ji dev û lêvên wê çîroka çûka pepûk bihisînim.
Her hêvî bû ku vegerim gund konekî li ser çardeh stûna vegir im. Li hewîngê araratê û çarsa kon bi gul û gulben da bixemlînim kulavê hirî raxim. Çar hawîr dor balgiha deynim nanê sêlê nîvîşkê meşkê mastê elbê penîrê sîrkê û zerikek ava sar Temen kî zêrîn ji felekê bidiz im.
Her xwezî bû ku vegerim gund li binê dara kavnar rûnim û li civaka dilsoz bihisînim. Mijara cuda buhayê berxa, kavira mîha, berana bizinan, gîska tiştîra hevûrya qera û buhayê nêrya hîn bibim. Hêvî bû û xwezîbû ku vegerim gund.


