Diyarname
Du roj berê polîsan bi ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun de girtin. Rojnameya Welat ku ew jî li Çapxaneya Gun dihat çapkirin ji ber ku dest danîn ser Çapxaneya Gunê rojname jî nehat çapkirin. Welat ku nekarî çapxaneyek din bibîne, ji ber ku çapxaneyên din rojname çapnekirin îro derneket. Welat îro rûpelên rojnameyê ji ser twitterê re weşandin. Li aliyê din li hin deran rojname wekî fotokopî hat zêdekirin û belavkirin. Di dîroka rojnameyê de yekemîn car rojname bi vî awayî, wekî fotokopî derdikeve pêşberî xwendevanan.
Li aliyê din polîsan îro bi ser ofîsa rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya Amedê de jî girt.