Fethulla huseynî
Li welatekî wekî welatê me, ku nevê wî di tu nexşeyan de tune ye, ne bawerî û helwest mirov dajo, belê, mirov li pey xewnên xwe dikeve, razî be yan na, eveya jî muxamereyên bê hempa pêwîst e, dibe jî min yek ji wan kesê muxamirbim.
Dostê min Helîm Yûsiv, gava ji min dixwaze ez bi kurdî bersiva wî bidim, xweş dizan e ku ezê bersiva wî bi hesanî bidim, tevî ku nivîsandina bi kurdî li ba wî gelek hêsan e her wiha wê li ba min jî ne dijwar be.
Min ne bihêrsek e wiha bê mana, hêrs da, belê, gotina dawî ya gotara Helîm, bi rastî, min aciz kir, ku çawa Helîm nivîskar û mirovekî ne mey xwir be û verşiya wî bê, li ber hevpeyîna hevalekî wî.
Helîm, wekî romanivîs û rojnameger bi rastî her dem ciyê rêzgirtinê ye, her wiha jî wekî yekî ji nifşê bê omîd û bê neyaz, ku îro ew nifş belavbûye, li Ewropa, Libnan, başûrê Kurdistan, Stenbol, zindanên belayî û gorên bi xirecir yan gorên bê deng cudahiya wan tune, em tevde li hale hev dipirsin dibe rojekê ev jiyana berovaj rast bibe.
Spas dostê Helîm Yûsiv, ku te anî bîra min ku careke dî bi kurmancî binivîsim, piştî 4 salan ji ne nivîsandina bi vî zaravî, lê min kurmancî ji bîr nekirye haaaa, her bi vî zaravî jî eva silavê li te dikim, her wiha, dibêjim birê min, dinya bi kurmanciya reş xweştir e, wisa jî nîqaş û pevçûn, lê problema gewre- wekî birayên te û xaltîkên te yên soran dibêjin- ku ême nezanin pevçûnan bikin, belê zanin nîqaşê bikin, birrrrrrrrrrê min, eger yek ne xwendekarê Zanîngeha Helebê be, nezan e angoya gotina "birê min"!!.
Ez qet bi lez gotinan naxwînim, qet jî bilez bersivê nadim, lê dibe ku ev xewnên me, yên cuda dihêlin em hindekî zû û bilez, bersiva xwe bidin, tevî ku gazin ji heval û dostên me bin jî, diyar e her kes nema kare xwedê hilgire.
Li Soranistanê rewşa kurmanciyê, hevokek e kurmancan gelekî dêşîn e, li herêma Kurdistanê, ji ber yek sedemê, ku kurmanc li vê herêma pîroz afirandin û dahênanê dikin bi azadiyek bê sinor, her wiha dizanin sînorên xwîna wan heta kîjan radeyê xweşik e, eger, li yekîtiyek fireh û dewlemend wekî Yekîtiya Ewropa ya ji 98 ji 100 2 dahênanvan yan nivîskarên derbeder karê xwe dikin, wekî dahênanvan. Min ji bo te, hevalê Helîm dibêjim ku li Kurdistana azad her kurdek di cihê xwe de ye bê minetî.
Setelayta "gelê Kurdistan" ya ku ew hevpeyvîn bi min re çêkir û te dît û lê guhdarî kir, heşt kurdên binxetê lê kar dikin wekî bêjer, amadekarê program, nûçesaz, her wiha bêhtirî rojnameyekê kurdê binxetê li Silêmaniyê diweşînin yek ji wan rojnameyan rojname me "elemel"e ku ez cîgarê sernivîskarê wê me, her du hefteyan carekê bi zimanê erebî, tê weşandin, tu xweş dizanî birê min.
Ji aliyê zimanê kurmancî, dibe hinek kêmasî hebin, lê belê ew kêmasî nabin cihê rexneyê, eger em bizanibin, yek rastiyê, ku me bi xwe ew kurmanctî ne daye pêş, ji ber hin sedeman, yek ji wana ku bi dehan rojname , yên rojane û heftane bi zarav ê soranî çap dibin û belav dibin û hindek ji wan rojnameyan bi dehan hezar dane têne firoştin, duyem ku şarekî wekî Silêmaniyê bi nifûsa xwe kêm gelo xelkên wê Karin zaravekî dî li xwe zêde bikin, piştî ku ew qas rojname bi zaravê ku xelkên wê tê digihêjin têne belavkirin û weşandin.
Ez şaş naxwînim, lê dibe dibe dem ne dema rastgoyaye, dibe tu di kurmanciya nim de tê negihêjî wê gavê piroblem a te ye.
Carek din spas, ku te min vexwendina min kir bo nivîsandina bi vî zaravî kir, piştî çar salan ji ne nivîsandinê bi vî zaravayê xweşik wekî mirina me, her wiha piştî ew qas nivîsadin bi zimanê ne zimanê me, zimanê tevî biyaniya wî dihêle em bêriya tûtina Xursê bikin.
***
Nivîsa Helîm Yûsiv a bi mijarê ve girêdayî: Li ser bersiva Fethullah Huseynî çend gotin


