Diyarname
Her sêşem partiyên ku koma wan li Meclisa Tirkiyeyê heye civîna koma xwe saz dikin, serokên wan partiyan diaxivin. HDP’ê jî civîna xwe ya heftane saz kir û îro Hevserokê HDP’ê Mithat Sancar axivî. Sancar di axaftina xwe de li ser dersa hilbijartinî ya li dibistanên Tirkiyeyê jî axivî û banga hilbijartina dersa kurdî kir.
Sancar di civînê de got ku “Hûn dizanin hilbijartina dersa zimanê zikmakî di rojevê de ye” û wiha dom kir: “Erê kêmasiyên wê hene. Em dixwazin mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî di bin ewlehiya Zagona Bingehîn de be. Lê dersa hilbijartî derfetek e. Desthilatdarî ne ku dilê wê xwestiye û ev maf daye, ev maf encama serketina têkoşînê ye. Loma jî ji vir de ez bang li gelê kurd û malbatan dikim, heta 7’ê mehê dem hatiye dirêjkirin, miheqeq herin kurdî ji bo zarokên xwe hilbijêrin. Wekî HDP em perwerdehiya zimanê dayikê dixwazin û ji bo vê têkoşînê dikin. Divê li Tirkiyeyê perwerdehiya bi zimanê dayikê ji bo hemû zimanan hebe. Divê hemû ziman bêne parastin, astengiyên li ber zimanan bêne rakirin. Çiqas kêm be jî, ez ji vir bangî gelê me dikim, dersa kurdî hilbijêrin û werin em bi hev re têkoşîna ji bo zimanê dayikê xurt bikin. Werin em astengiyên li ber ziman rakin. Heta 7”e sibatê zimanê xwe yê dayikê hilbijêrin, kurmancî, zazakî, lazkî, çerkezî hilbijêrin.”
**
Nûçe/Nivîsên Eleqedar:
- Demîrtaşî bang kir: Kurdî hilbijêrin
- Platforma Zimanê Kurdî bang kir: Li her derê kurdî biaxivin
- Dersa Kurdî ya Hilbijartî: Hinek Arguman û Dij-Arguman
- Ji bo hilbijartina dersên kurdî dem dirêj bû
- DTSO'yê hem bang kir, hem Pêşbaziya Çîrokên Kurdî da dest pê kirin
- Îro: Agahiyên li ser dersa kurdî
- Saziyên sivîl ên li Ewropayê banga hilbijartina dersa kurdî kirin
- Parêzerên li Stenbolê banga kurdî kirin
- 6 baroyan jî ji bo kurdî bang kir
- Berdevka HDP'ê Gunay bang kir: Dersa kurdî hilbijêrin
- Li ser 'Dersa hilbijartî ya kurdî' sê agahiyên nû
- Mamoste Nado: Bi lezgînî gere em dersên kurdî hilbijêrin
****
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com