Diyarname
Wezareta Perwedehiyê ya Neteweyî (MEB) ya Tirkiyeyê îro daxuyaniyeke belav kir û diyar kir ku dema serîlêdana dersên hilbijartî heta 7'ê reşemiyê dirêj kirine.
Li dibistanên Tirkiyeyê polên 5-6-7 û 8'an ji bilî dersên mecbûrî, dikarin 3 dersan jî wekî dersên hilbijartî hilbijêrin. Di vê beşê de bi temamî 22 de. Di nav van dersan de dersên kurdî (wekî "kurmancca" û "Zazaca" diyar kirine) jî hene. Ev du hefte ne hewldana kurdan ji bo dersên hilbijartinî yên kurdî hebûn.
Roja dawî ya hilbijartina dersan 21'ê mehê bû, lê îro MEB'ê îro eşkere kir ku xwendekar û malbat dikarin heta 7'ê reşemiya 2022'yan saet 17.00'an dersan hilbijêrin.
Wezaretê sedem jî wekî rewşa hewayê, neçûna xwendekaran a dibistanê û daxwazên ku ji bo wan çûne nîşan da.
Ev yek ji bo kurdan jî muhîm bû ji ber ku heta niha gelek hewl dabûn ji bo hilbijartina dersa kurdî û niha hinek din jî dema wan heye.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- DTSO'yê hem bang kir, hem Pêşbaziya Çîrokên Kurdî da dest pê kirin
- Îro: Agahiyên li ser dersa kurdî
- Saziyên sivîl ên li Ewropayê banga hilbijartina dersa kurdî kirin
- Parêzerên li Stenbolê banga kurdî kirin
- 6 baroyan jî ji bo kurdî bang kir
- Berdevka HDP'ê Gunay bang kir: Dersa kurdî hilbijêrin
- Li ser 'Dersa hilbijartî ya kurdî' sê agahiyên nû
- Mamoste Nado: Bi lezgînî gere em dersên kurdî hilbijêrin
**
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarnameMALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com