Diyarname
Li Tirkiyeyê di dibistanên polên 5-6-7 û 8'an de dema hilibjartina (neqandina) dersa bi kurdî (kurmancî, kirmanckî) dest pê kir. Niha 3 agahiyên nû li ser vê hene:
HDP'ê daxuyanî da
Di nûçeya çend roj berê me belav kir de însiyatîfa mamosteyê kurdî û dildarên kurdî bang li malbatên kurdan kiribûn ku dema hilbijartina dersê hatiye, dersê hilbijêrin. Li ser vê yekê Berdevka Komîsyona Åžopandina NexÅŸerêya Kurdî Dersim Dag îro bi kurmancî û kirmanckî daxuyaniyeke belav kir û bang li malbatan kir ku dersa kurdî hilbijêrin.
Walîtî civîn çêkir
Li aliyê din îro Walîtiya Amedê ligel hin midûrên dibistanên Amedê civîn çêkiriye û gotiye ku ji bo dersa hilbijartî divê dersên olî derxin pêÅŸ. Hat îdîakirin walîtî ji bo pêÅŸî li dersên hilbijartî yên kurdî bigire ev dersên din derxistine pêÅŸ û xwestine midûr wan derxin pêÅŸ.
Dîwanek li ser twitterê
Em wekî Diyarname jî piÅŸtgirî didin dersa hilbijartinî ya kurdî. Li ser meseleyê ligel nûçeyên xwe, roja 8'ê mehê saet 22'yan de (li gor saeta Amedê) emê li dîwana twitterê sohbeteke li ser vê meseleyê saz bikin. Kesên eleqedar dê li ser biaxivin. Yên bixwazin dikarin werin sohbetê.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Mamoste Nado: Bi lezgînî gere em dersên kurdî hilbijêrin
****
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarnameMALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com