logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'
  2. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  3. 4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn
  4. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

Pêşangeha Hewlêrê weşanxaneyên Bakur negirtin nav xwe

Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê ku bi beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Dr. Berhem Salih û gelek nivîskaran vebû, dig

  • Dîrok: 03/04/2012
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê ku bi beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Dr. Berhem Salih û gelek nivîskaran vebû, digel ku pêşî ew vexwendibûn jî ji Bakur weşanxaneyên kurd Avesta û Nûbihar; dîsa ji Rojhilat û Rojava jî weşanxaneyên kurd negirtin nava xwe. Di fûarê de 330 weşanxane cih girtine mixabin tenê sedî dehê van weşanxaneyên kurd in.

Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Hewlêrê îsal 7'emîn car li dar ket. Pêşangeha ku roja 2'yê vê mehê vebû heta 11'ê mehê dê vekirî be. Di vekirina Pêşangeha Pirtûkan a Navdewletî ya Hewlêrê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Dr. Berhem Salih, gelek nivîskar û dezgehên çapemeniyê yên Kurdistan amade bûn. Pêşangeh bi piştgiriya Wezareta Rewşenbîrî tê lidarxistin.
Di pêşangeha pirtûkan de îsal 330 weşanxane hene û di nav van de tenê 32 weşanxaneyên kurd in. Li bajareke kurdan, di pêşangeheke kurdî de tenê sedî 10 weşanxaneyên kurd cih digirin ku ev yek berevajî pêşangehên dinyayê ye û ji bo weşangeriya kurdî jî rewşeke ne baş e. Û bi ser de jî pêşangehên ji parçeyên din ên Kurdistanê, ji Bakur, Başûr û Rojhilat weşanxaneyên kurd negirtine nav pêşangehê. Weşanxaneyên kurd ji vê yekê bi gazinc in.
Li gor agahiyên ku me bi dest xistin ji rojhilatê Kurdistanê 14 weşanxaneyan serî lê dane, lê tenê yek hatiye qebûlkirin, ku wan jî ji ber ku weşanxaneyên din negirtine nav pêşangehê, pêşangeh şermezar kiriye û beşdar nebûye.

Ji kurdên Sûrî û Tirkiyeyê weşanxane negirtin

Ji rojavayê Kurdistanê jî weşanxaneyan serî lê daye lê ew jî negirtine nav pêşangehê. Ji Bakur jî digel Weşanxaneya Avestayê û Weşanxaneya Nûbiharê bi organîzetoran re ketine nav têkiliyê, pêşî gotine 'Temam e, ji bo beşdariyê cihê we amade ye' jî paşê ew negirtine nav pêşangehê. Wekî sedema negirtinê 'hûn dereng man' nîşan dane lê berpirsên weşanxaneyan diyar dikin ku rewş ne wisa ye. Jixwe li Tirkiyeyê, di serî de Pêşangeha Pirtûkan a Stenbolê, pêşangehên bajarên din jî heta du hefteyên dawî jî pirtûkxaneyan digirin nava xwe.
Yek ji îdîayan ew e ku nexwestine pirtûkên bi latînî bigirin nav pêşangehê. Yek ji îdîayan jî fikrên îdeolojîk di sazkirina pêşangehê de serdest e. Sedem çi be jî weşanxaneyên kurd negirtine nava pêşangehê.
Me li ser meseleyê bi Xwedî û edîtorê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskin û Xwedî û edîtorê Weşanxaneya Nûbiharê re xeber da.


A. Keskin: Temsiliyeta kurdî ji erebî û farisî kêmtir be tiştek ne baş e.

Xwedî û edîtorê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskin negirtina weşanxaneyan nav pêşangehê hem wekî trajîk, hem wekî komîk bi nav dike, dibêje ku li dinyayê fûarên pirtûkan sedî 90-95 bi beşdariya weşanxaneyên wî welatî li dar dikevin û encax sedî deh ji derveyî welat weşanxane beşdar dibin. Pêşangeha Pirtûka a Hewlêrê berevajî vê yekê têde tenê sedî 10 weşanxaneyên kurd hene ku ji parçeyên din ên Kurdistanê weşanxane venexwendine.
Keskin dibêje ku îsal ez nizanim lê salên borî weşanxaneyên beşdar bûn tenê weşanxaneyên ereb bûn û ew jî ne weşanxaneyên cidî û xurt bûn. Keskin wisa didomîne: "Dibêjin Oksford (Oxford) beşdar dibe. Salên borî ez baş dizanim, li Sûrî, Îran kesek pirtûkên Oksfordê bi korsanî çap dike li ser navê wê beşdar dibe. Ev korsan in. ev aliyek meseleyê ye. Fûarek tu navê wê deynî navdewletî, wezaret beşdar bibe ku hikumet mesrefek mezin lê dike, temsîliyeta kurdan têde herî kêm be, temsiliyeta kurdî ji erebî û farisî kêmtir be tiştek ne baş e. Herî zêde îhtîyaciya kitêbên kurdî li vir heye."

Weşanxaneya Avestayê ku ev dor 15 sal in weşanê dike, heta niha ji bo beşdariya Fûarên Pirtûkan ên li Tirkiyeyê bibe gelek zehmetî kişandiye. Keskin balê dikişîne ser vê yekê û dibêje: "Heta niha gelek zehmet bû em beşdarî fûarên Tirkiyeyê bibin. Niha hinek din rewş baş bûye. Me tam digot ev rewş guherî, vê carê li Başûr tiştê herî xirab çêbû. Heta niha wekî ku wexanşaneyên kurd li Bakur tunebin tevgeriyan. Heta niha yek weşanxaneyek ji Bakur dawet nekirine. Herhal em kurd in, em bi kurdî weşanê dikin loma em nehatin vexwendin."

Başûr pirtûkên nivîskarên Başûr nabînin

Avestayê ji Ferhat Pîrbal, heta Bextiyar Elî, heta Şêrzad Hesen, heta Antolojiya Çîrokên Başûr, gelek pirtûkên  nivîskarên kurdên Başûr weşandine. Keskin balê dikişîne ser van pirtûkan û wiha didomîne: "Çawa van nabînin, çawa em nayên bîra wan em fêm nakin. Kurdên me yên Başûr bi xwe Tirkiyeyê wekî welatek girîng dibînin, em li vê derê weşanê dikin çawa me nabînin? Gelo tenê ji bo em bi kurdî weşanê dikin me nabînin? Me texmîn nedikir tiştek wisa bibe. Li Tirkiye, ji gelek pêşangehen pirtûkan gelek dawetname ji me re tên, ji Frankfurtê her sal dawetname tê ji me re, lê ji Hewlêrê tiştek wisa nabe. Îsal pêşî em dawet kirin, lê em negirtin nav. Ger derfetên we tune, hûn çima me dawet dikin? Li aliyek organîzator me dawet dikin, em dixwazin têkilî baş bibe, tam em dibêjin temam em tên, vê carê wisa dibe. Di vir de tu cidiyet tune ye. Sedem wekî derengî nîşan dane. Mînak li Stenbol û li Amedê pêşangehên pirtûkan heta kêliya dawî jî weşanxaneyan digirin nava xwe. Ev çawa derengmayîn e?"
Abdullah Keskin balê dikişîne ser weşanxaneyên Rojhilat jî ku ew jî negirtine nav pêşangehê û vê pirsê dike: "Li welatê kê, tu henekên xwe bi kê dikî? Serokwezîr diçe pêşangehê vedike, çawa dibe, çawa weşanxaneyên kurdan nagirin nav pêşangehê?"

S. Çevîk: Gere hemû weşanxaneyên kurd dawet bikira

Xwedî û edîtorê Weşanxaneya Nûbiharê Suleyman Çevîk dibêje şîrketek lubnanî pêşangehê çê dike, li Başûr jî weşanxaneyek organîze dike û dibêje ku wan xwestiye beşdarî pêşangehê bibin, ji bo vê yekê jî têkilî danîne. Çevîk wisa didomîne: "Me xwest em beşdar bibin. Pêşî gotin temam, cihê we amade ye. Em navê wî nebêjin, ji organîzatoran kesek hatibû Konferansa Ziman a Amedê, li wir jî me hev dît, me xeber da. Got; 'Temam, ez herim ezê li we bigerim.' Negeriya. Em geriyan. Dîsa gotin temam, dûre deng derneket. Em dîsa geriyan vê carê gelek lêborîn xwest, lê em negirtin nav pêşangehê. Weşanxaneyên ereban bin cih de qebûl dikin, yên kurdan bin nakin. Ez nikarim bibêjim Başûr wisa wisa kir, em kesî sûcdar nekin lê vaye wisa bû. Ji Sûrî jî weşanxaneya kurd Darulzeman negirtine".

Suleyman Çevik negirtina weşanxaneyên Avesta û Nûbiharê ji bo nav Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê wekî tiştek xelet dibîne û wisa dibêje: "Di her rewşê de ev tiştek xelet e ku em negirtine. Gere bi kêfxweşî ji kurdên Tirkiyê weşanxane bigirta. Gere ew bihata lava bikira ku em herin beşdarî pêşangehê bibin; me lava kir jî em negirtin. Lexetî di vir de ye. Ev tiştek xelet e. Gere hemû weşanxaneyên vir dawet bikira."

 

Fotoyê pêşangehe ji malpera Rûdawê hatiye girtin

 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

***

REKLAM:

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

- Bahol / Çiya Mazî / Çîrok / 103 rûpel
- Dengê Doyê / Ferit Edgu / Werger: Cemil Oguz / Çîrok / 92 rûpel
- Marksîzm Û Pirsgirêkên Zimanzaniyê / J.V.Stalin / Werger: Tonguç Ok / Teorî / 54 rûpel

Ji bo xwestinê Weşanên Evrensel: (0090) 255 25 46 - Stenbol
http://www.evrenselbasim.com/

Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

news
  • 17 04 2026

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

news
  • 17 04 2026

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

news
  • 17 04 2026

260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan

news
  • 11 04 2026

Dawiya hefteyê hin çalakî

news
  • 10 04 2026

Fîlmên Cannesê eşkere bûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

'Guliyên Ji Bêhna Şimamokan' derket

ad

Xezal: Wêneyê Şerê Kirêt

ad

Tûrnûvaya Newrozê ya Fûtbolê dest pê kir

ad

‘Qesra Balindeyên Xemgîn’ diçe Îzmîr û Stenbolê

ad

Belgefîlmên li ser Orkestraya Rojava hat nîşandayîn

ad

Berhemeke dîrokî ya wêjeya kurdî: Terenumên Kurdî - Îlahiyên Dêran hat weşandin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

  • 16 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn

  • 16 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname