Parêzerên Dîcle serî li Dadgeha Zagona Bingehîn dan
ENQERE
Parêzerê mebûsê Amedê M. Hatîp Dîcle ji bo YSK biryara xwe bi paþ ve bikþîne serî li Dadgeha Zagona Bingehîn da.
Parêzeran li gorî xala 85'an a Zagona Bingehîn serî li Dadgeha Zagona Bingehîn da. Parêzer Levent Kanat, diyar kir ku muvekilê wî Hatîp Dîcle hatiye hilbijartin û mazbateya xwe wergirtiye.
Kanat got ku mafê wî yê parlementeriyê ji destê wî hatiye desteserkirin û wiha got: "Muvekilê min wekî parlementer hatiye hilbijartin û mazbateya xwe wergirtiye. Piþt re divê der barê wî de meclis biryarê bide. Lê mixabin YSK'ê rayeya meclisê desteser kiriye. Ji bo ku ev þaþî bê rastkirin me li gorî xala 85'an a Zagona Bingehîn serî li dadgehê da û xwest ev biryara þaþ bê rastkirin. Me xwest mazbateya Wekîla AKP'ê Oya Eronat bê betalkirn û biryar bê rastkirin. Em dixwazin dawî li bêhiqûqî û desteserkirinê bê."