Cemil OGUZ
MEB'ê (Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê) pêşniyarname şand dibistanan û xwest ji bo sala bê dersên hilbijêr bêne diyar kirin. Ji ber ku di nav de kurdî jî heye bar dikeve ser milên malbatan. Mamoste Dr. Kenanê Nado dibêje, "Malbat divê gavek zûtir dersê hilbijêrin. Bar dikeve ser milê HDP'ê jî."
KÎJAN POLÊ, ÇI ZIMAN HENE?
Li Tirkiyeyê di dibistanan, di pola 5,6,7 û 8'an de ji bilî dersên mecbûrî, dersên hilbijartî (neqandî) jî hene. Malbat dikarin ji nav wan dersan dersek hilbijêrin. Di nav dersên têne hilbijartin, di bin beşa "Yaşayan Diller ve Lehçeler" (Zimanê Dijîn û Zarava) de kurdî kirine du beş, wekî 'Kurmancca' (Kurmancî) û 'Zazaca' (Zazakî-kirmanckî). Ji bilî ev her du zaravayên kurdî, zimanên wekî lazî, gurcî, boşnakî, arnawûdî jî hene.
Ji van her çar polan (5-6-7-8) zarokan biçin kîjan polê jî malbat berî salê dikarin derseke hilibijêrin. Ji ber ku kurdî jî derseke hilbijêre, kurd dixwazin malbat ji bo zarokên xwe kurdî (kurmancî, zazakî) hilbijêrin.
DEM NIHA YE
MEB her sal serê salê pêşniyarnameya dersan dişîne dibistanan û ji midûran dixwaze malbat werin hilbijêrin. MEB'ê roja 31.12.2021'ê ev pêşniyar name şand û heta 21'ê vê mehê dem heye ku malbat hilbijêrin. Ji bo ku derseke bê dayîn li temamê dibistanê (kîjan pol dibe bila bibe) divê 10 xwendekar hebin. Ji bo hilbijartina dersê hindik dem maye.
Li ser vê meseleyê me bi yek ji pisporên vî karî, yek ji kesên ku di nav vî karî de ye, bi Mamosteyê Zanîngeha Artûklûya Mêrdînê Dr. Kenanê Nado re xeber da.
Nado pêşî bang li malbat û saziyan kir ku destê xwe liz bigirin, ji ber ku erê dem heta 21'ê mehê ye lê carinan berî wê demê jî demê dadigirin.
Dr. Kenanê Nado li ser meseleyê ji bo me qala "Kengê, çawa û çima"ya meseleyê kir: "Kengêya wê ev e: Her sal MEB genelge dişîne. Îsal jî şand. Dema hilbijartinê ji 3'çileyê/rêbendanê heta 21'ê çileyê/rêbendanê ye. Kurmancî û zazakî kirine du beş, di nav lîsteyê de. Ji bo pola 5,6,7û 8'an ê ji bo salek din hildibijêrin. Malbat divê demildest zû hilbijêrin. Niha form şandine dibistanan. Gere em bi lez vê meseleyê bixin rojeva malbatan."
3 RÊ HENE
Li ser "Çawa"ya meseleyê jî Nado vê dibêje, "3 rê hene. Yek, xwendekar wê formê ji midur teslîm bigirin û bi dê û bavên xwe bidin îmzekirin yan jî dê û bav bi xwe dikarin herin dibistanê, dersê hilbijêrin, îmze bikin û teslîmê midur bikin. Rêya sêyem jî ji ber pandemiyê, MEB'ê gotiye heta ji we bê wekî online bişînin. Online jî form amade ye."
ÇIMA GERE EM KURDÎ HILBIJÊRIN?
Ev çend salên dawî ye ev mesele her tê rojevê Lê sist dimîne, bêrêxistin dimîne û MEB jî loma guh nade, mamosteyan naşîne, dersa kurdî nayê dayîn. Loma jî girîng e ders bê hilbijartin. Mamosteyê kurdî Dr. Kenanê Nado li ser pirsa "Çima divê em dersa kurdî hilbijêrin jî van tiştan tîne ziman: "Berî her tiştî bi vê dê kurdî di saziyeke fermî de bê bihîstin, axaftin û bi vê re dîtina kesên dibêjin kurdî ne meşrû ye û nizanim çi ye wê bê şikandin. Hin dibêjin 'ev gavek biçûk e'. Erê biçûk e, ev derdê kurdî deman nake, lê ev ji bo hin bariyeran bişikîne muhîm e. Ya diduyan prestîja kurdî li cem zarokan û malbatan bilind dike. Zarok tenê li mala xwe nabihîze dibêje, vaye li cem mamoste, li dibistanê jî kurdî tê peyivîn, ev ziman zimanekî maqûl e, hêja ye. Vê hestê dide zarokan. Xala sisêyan jî bazara kurdî bi vê geş dibe. Mînakên vê me dîtin, li dibistanên ders têde heye, pirtûkxaneyên kurdî ava bûn. Ev aliyek bazarê ye, aliyê din xwîner zêde dibin mamoste dikarin dengê xwe bilind bikin, bêjin wan bigirin bikin kadro."
ROLA HDP'Ê
Nado li ser meseleya ku HDP'ê li meclisê anî bû ziman jî got, "Du sê caran HDP ji Meclisê pirsî çima mamosteyên kurdî nagirin kadro. Hinceta wan çi bû? Bersiv dabûn ku kes kurdî hilnabijêre, pêdivî pê tune ye. Bi vî MEB xwe mafdar derdixe. Loma jî dema hilbijartin zêde çêbibe MEB mecbûr e qebûl bike. Madeya 4 û 5'an diyar dike, divê herî kêm 10 kes vê hilbijêrin. Piştî 10 kesan hilbijart, midûr nikarin bibêjin ez dersê nadim. Made eşkere dibêje, ger 10 kesan ders hilbijartin mamoste tune be jî mecbûr e tayîn bike. Mamosteyek kadroyî tune be jî wekî ek ders dê mamosteyek peywirdar bikin ku sertîfîkaya wê/î hebe. Yan jî ji wî bajarî kesekî peywirdar bikin wekî 'ucretli ogretmen'. Ew jî tune be, mamosteyek dîploma hebe dikare bikeve vê dersê. Xala 4 û 5'an vê dibêje, ez nabêjim. Loma divê pêşî em dersan hilbijêrin. Li Kurdistanê jî, bajarên metropolan jî problem e, însan zêde hev nas nakin. Li vir bar dikeve ser milê rêxistinê, dikeve ser milê HDP'ê. Ew malbatan nas dikin. Dikarin bînin ba hev û dersan hilbijêrin. Niha heta 21'ê mehê dem heye, lê dibe berî wê 15-16'ê mehê de jî meseleyê bigirin. Loma divê em lez bikin."
ÎNSIYATÎFA MAMOSTEYAN
Li aliyê din mamosteyên kurdî yên ku xwendina xwe temam kiribûn lê nehatibûn tayînkirin jî di nav tevgerê de ye. Wan li ser twittirê hesabeke bi navê însiyatîfa mamosteyên kurd vekiribû, wan jî li ser hesabê xwe bang li malbatan kir ku dersan hilibijêrin. Li aliyê din du vîdyoyên divê malbat çawa bikin jî amade kirin û belav kirin.
Mamosteyê Zanîngeha Artûklû Dr. Kenanê Nado bang li malbatan dike ku gavek zûtir herin dibistanan û ji bo zarokên xwe dersa kurdî hilbijêrin.
**
Ji bo serîlêdana online bitikînin:
- FORMA-SERÎLÊDANÊ
Xala 3 û 4'an meseleyê eşkere dike. Piştî 10 kes bêne dîtin ders tê dayîn.
**
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarnameMALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com