Şehmus KURT (İ)
Daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî her dem di rojeva civak, siyasetmedar û perwerdekarên kurd bûye. Digel hindê jî kurdan ji salên 1970’yî pê ve dest bi sazkirin û berbelavkirina saziyên hînkirina zimanê xwe kirine. Ew sazî piştî salên 1990’î veguherîne û bûne saziyên profesyoneltir di wî warî da. Bo mînak Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê û Nevenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), Kurd-Kav hinek ji wan saziyan in yên ku salên destpêka 1990’î karên hînkirina kurdî bi awayekî sazûmanî û pedogojîk dane ber xwe. Li wan saziyan bi sedan mamoste der çûn û bi deh hezaran kesan perwerdeya kurdî (kurmancî/zazakî) dît û bûne xwendewarê (literate) zimanê xwe.İİ
Piştî salên 2000’î li Tirkiyeyê ji ber pêngavên ber bi Yekîtiya Ewropayê (YE) ve dewletê di warê çand û zimanên netewe û komên kêmîne (minority) da helwestên erênî nîşan dan. Di wê çarçoveyê de sala 2004’an li televîzyona fermî ya dewletê (TRT) kurdî jî tê de, bi gelek zimanên din weşanên heftane yên sembolîk (berê hefteyê 30 deqîqe, dûre hefteyê 45 deqîqe) hatine kirin.İİİ
Her wisa di warê hînkirina zimanan de jî pêngavên dijberî paradigmaya berdewam a dewletê hatine avêtin û sala 2004’an destûr hate dayîn ku kurdî di kursên fermî de bê hînkirin. Li ser hindê ewil li Batmanê, dûre li nêzî 12 bajar û bajarokên kurdan bi navê “Kursên Taybet ên Zimanê Kurdî (Kursên Kurdî)” sazî hatine vekirin û di nava salekê de ji 2000’î zêdedir kesan li wan saziyan di astên cuda cuda de perwerdeya xwe temam kirin û bûne pêşengên nifşekî xwendewar ên kurdî. Lê sala 2005’an ji ber sedemên aborî û siyasî ew kurs bi biryareke giştî hatine girtin.İV
Piştî wan kursan sala 2006’an bi navê Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî (TZP-Kurdî) wekî saziya bilind ya plansazî û hînkirina zimanî hate avakirin.V Li bin banê wê tevgerê bi navê Kurdî-Der, komleyên hînkirina kurdî li nêzî 40 bajar û bajarokan vebûn. Di wan kursan de, heta girtina wan a di sala 2016’an, bi deh hezaran kesan perwerdeya kurdî dîtin û bi awayekî girseyî nifşekî xwendewar ê kurdî peyda bû li Tirkiyeyê. Ew nifş digel nifşê berê xwe di warê edebiyat û weşangeriya kurdî a li Tirkiyeyê hêj jî serdest e.
Dîsa ji bilî van geşedanên li qada sivîl, li qada fermî ya dewletê jî hin pêngav hatine avêtin di warê hînkirina kurdî de. Yek ji wan bicihkirina kurdî li saziyên akademîk e. Ya duyem jî dersên hilbijartî bû di polên 5, 6, 7, û 8’an, ên xwendingehên navîn de. Ji sala 2012’yan pêve hilbijartina wan dersan pêkan bû, lê belê her çend ji aliyê gelek kesan û pisporên qadê ve ev wekî pêngaveke erênî hatibe dîtin jî wan dersên hilbijartî ji raya giştî qebûleke berfireh nedît. Dîsa jî sala ewilî nêzî sih hezar xwendekaran ew ders hilbijart. Em hejmarên tam nizanin lê di van 10 salan da mimkûn e ku bi giştî nêzî sed hezar xwendekaran -qet nebe – salekê ew ders dîtibin. Dîsa heta niha nêzî 80 mamosteyên bi qadro hatine tayînkirin. Bi giştî piştî sala 2016’an, bêtir jî ji ber atmosfera siyasî ya Tirkiyeyê, ew ders ji rewacê ketin, mamosteyên nû nehatine tayînkirin û wisa jî hejmara xwendekarên ku dersan hildibijêrin bi awayekî dramatîk kêm bû.
Lê xweşbextane ev du sal in di nav mamoste, rewşenbîr, rojnameger û eleqedarên zimanê kurdî de liv û tevgerek heye ku çarenûsa reş a dersên hilbijartî ber bi erênîyê ve biguherînin. Îsal (2022) saziyên wekî baroyan û weşanxaneyên kurdî jî tevlî van kampanyayan bûne. Bi wê mebestê kampanyayên medyayî û medyaya civakî pêk tînin û semîner û konferansan li dar dixin da ku raya giştî ya kurdî hişyar bikin derheqê dersên hilbijartî û li ser tercîhên wan bandorê bikin.
Ez bi xwe wekî kesekî eleqedar bi qada hînkirina zimanan û akademîsyenekî ku di vî warî de nameya xwe ya master û doxtorayê nivîsandî, ji serî de alîgir û piştevanê dersên hilbijartî yên kurdî me, digel ku ez baş dizanim ku kurd û kurdî ne rewayî wan in. Her wisa ji dil dixwazim rojek berî rojekê kurdî bibe zimanê fermî li Tirkiyeyê û bikeve nav pergala perwerdeyê û bibe zimanekî sereke yê hinkirin û hînbûnê.
Li ser hindê ez di xwe de dibînim ku çend gotinan li ser wan dersan, awayê hilbijartina wan û van kampanyayên dawî yên derheqê wan bikim. Jixwe di vê nivîsê de ajo û armanca min a sereke jî ew in. Ezê çend argumanên kesên li hemberî van dersan, an jî kesên wan dersan hilnabijêrin pêşkêş bikim û ji bo her yekê dij-argumanên xwe rêz bikim. Belkî bibe wesîleya deriyekî hişyariyê û niqaşê.
Arguman 1: Kurd û kurdî ne rewayê derseke hilbijartî ya du saetî ne; em mafê perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin.
Dij-arguman: Helbet mafê me heye em her car bi ya kêm qayil nebin û zêdetirê bixwazin. Lê di rewşeke wisa de ku kurdî li seranser dîroka Komara Tirkiyeyê hatibe qedexekirin û wisa jî bêpar mabe ji derfetên saziyên perwerdeyê, ji wê jî wêdetir kurdî hatibe biçûkxistin û derfetên bikaranîna di gelek qadan de ji dest dabe, li ser hindê jî heke qismekî mezin ê axêverên wê berê xwe dabin zimanê serdest, hingê ma rewatir nîn e ku mirov ji ya kêm dest pê bike û ber bi ya zêde biçe. Hem derfeta niha ji dest nede, hem jî civak û siyasetê bide zorê ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî. Dixwazim bi alegoriyekê vê dij-argumana xwe zelal bikim. Dersên kurdî yên hilbijartî wekî tîpê oksîjenê ne ji bo zimanekî li ber mirinê, bo kurmancî û zazakî. Dixtor û pispor dibêjin bi kar bînin da ‘emrê wan dirêj bibe û belkî bi temamî ji mirinê xilas bibin heta çareseriyeke din peyda bibe, anku perwerdeya bi kurdî. Lê hinek kes dibên naxêr, em ê li hêviya çareseriya din bimînin, em ne hêjayî tîpê oksîjenê ne. De baş e. Lê wekî gotina dawî ya vê argumanê dixwazim bibêjim ku hejmara van kes û aliyan her diçe kêm dibe. Ez dibêm bandora kampanya û hewldanên raya giştî ya erênî heye li ser wan.
Arguman 2: Niyeta dewletê naskirina zimanê kurdî nîn e, ew dersên hilbijartî jî berdewama polîtîkayên asîmîlasyonê ne. Lewma ez van dersan nahilbijêrim, nadim hilbijartin.
Dij-arguman: Ev argumana jorîn jî qismen bi argumana berî xwe ve girêdayî ye. Bi rastî di lîtaratura perwerdeya duzimanî û pirzimanî de modela herî xerabker û paşverû ev model e.Vİ Û bi ya min jî dewlete Tirkiyeyê ji aliyê hişmendiya xwe ya plansazîya zimanî ve – ku qedexeker û asîmîlasyonîst e – qet neguheriye. Belkî jî bi dayîna wan dersan ve niyeta esil a dewletî jî wiha be; “Ez ê dersan bidim vekirin lê kes hilnabijêre û ew jî dê bo min bibe hincet da zêdetir nedim di vî warî de.” Lê her çawa be, nebûna wan dersan bi xwe hêj xerabtir û paşverûtir e. Lewma divê kurd li vir pragmatîk bifikirin û derfeta heyî heta dawî bi kar bînin. Jixwe bi min kêm be jî eleqeya bo dersan ya heya niha û van kampanyayên vê dawiyê sîstem asê kiriye. Pêngava piştî vê yan rakirina dersan e, yan qebûlkirina wan wekî “dersên mecbûrî” ye. Bijareteka yekem ji aliye siyasî ve ji bo hikumetê tahrîbkar e, lewma heke kurd bidine zorê û li ser dersan bi şid bin, hingê deriyê dersên mecbûrî vedibe, lê tedricen, pêngav bi pêngav.
Arguman 3: Ez dixwazim dersa kurdî ya hilbijartî bo zarokên xwe hilbijêrim, lê ditirsim ku ew bêne faşkirin û siberojê di serlêdanên kar û pîşeyan da ew bi awayekî neyinî derkeve pêşiya wan.
Dij-arguman: Piştevanên vê argumanê jî ne kêm in, belkî ji ew ajoya herî mezin be ji bo nehilbijartina wan dersan. Piştî polîtîkayan tepisandinê yên sedsalane bertekên wihareng pir asayî ne. Lê divê êdî ew tirs rabe, ji ber ku em dibînin ku mamosteyên zimanê kurdî têne tayînkirin. Yanî ew kesên dersa hilbijartî dîtî, yan jî ew kesên çûne li zanîngehê du yan çar salan beşa Ziman Edebiyata Kurdî xwendine û dîsa jî hatine tayînkirin, ma kîjan xeteretir e ji bo dewletê, du saet ders an çar sal beşa lîsansê? Helbet bi awayekî eşkere dîyar e ku ev tirs ne li cih e. Û wêdetir heke bi awayekî girseyî ders bêne hilbijartin, wate bi sed hezaran, bi mîlyonan kes wan dersan hilbijêrin, hingê faşkirin jî zehmet dibe.
Arguman 4: Çi feydeya van dersên hilbijartî bo kurdî nîn e, hem saet kem in hem materyal kêrhatî nîn in.
Dij-arguman: Bi min ev arguman jî bê bingeh e. Ji ber ku di xebatên qadê de tê dîtin ku hebûna dersan feydeyên xwe yên pedagojîk, psîkolojik û zimanî hene li ser zarokên ku wan dersan hildibijêrin. Li gor nêrînên mamosteyan, di wan dersan de zarok bi hebûna xwe dihesin û her wisa bi rêya materyalên dersê û naveroka mifredatê ve ew dibin xwendewarê çand, dîrok û zimanê xwe. Vİİ
Arguman 5: Ez dixwazim dersên kurdî hilbijêrim, lê rêveberiya dibistanê derfet nade. Ji xwendigehan formên hilbijartinê nayên, heke bên jî dersên zimanî tê de nîn in.
Dij-Arguman: Bi rastî belkî jî argumana herî maqûl û berbiçav ev e. Di xebata xwe ya qadê de ez bi xwe jî li gelek xwendingehan bûme şahidê bûyerên wisa. Li hin bajaran bi biryara walî û qeymeqaman, li hin bajaran bi biryara midûriyeta perwerdeya millî, lê li piraniya cihan bi teqdîra rêveberiya xwendingehan dersa kurdî tê sansurkirin. Li ser hindê divê malbat hişyar bin û li dû mafê xwe biçin. Divê ew her sal forma standart a dersên hilbijartî daxwaz bikin, heke hewce bike bi rêyên qanûnî û dozvekirinê wan berpirsyaran bitirsînin. Li vir alîkariya platformên zimanî, xwebexşên kampanyaya navborî jî lazim dibe û îsal (2022) em dibînin ku ew di vî warî de jî xebatan pêk tînin. Li aliyê din dibe ku hin malbat hebûna vê argumanê bo xwe wekî hêcetekî bibînin û sersariyê bikin di hilbijartina dersan da. Ew jî aliyekî din ê babetê ye.
Arguman 6: Haya min ji dersên kurdî yên hilbijartî nîn e.
Dij-Arguman: Belê argumana herî berbelav ev e. Hêj jî haya piraniya malbatan ji dersa kurdî, rêyên hilbijartina wan dersan nîn e. Li vir bar dikeve ser milên çalakvan û xwebexşên kampanyaya dersên hilbijartî, ser milên me hemûyan. Çarçoveya kampanyayê divê li ser medyayê û bi taybetî jî li ser medyaya civakî nemîne. Hewce ye ew bajar bi bajar, mehle bi mehle, kolan bi kolan hetta mal bi mal bigerin, malbatan haydar bikin, belavokên rênîşander belav bikin, forma standart a dersên hilbijartî belav bikin. Çawa ku partiyek li reyan digere, ew jî wisa bigerin. Divê plansazî li temamî salê an jî qet nebe bi mehan berî pêvajoya hilbijartina dersan dest pê bike. Dersên hilbijartî, anku dersên kurdî, bi kurdî bikeve rojeva raya giştî. Lê ew kampanya nebe banglêkirina aliyên siyasî, sûcdarkirina aliyên sersar an jî kesên neeleqedar.
***
* optional, selective (eng.), seçmeli (tr). Ji bo van dersan heta niha gelek guhertoyên cuda ên wekî hilbijartî, bijartî, hilbijartînî û bijartînî hatine bikaranîn. Lê belê dive peyv ji rayeka dema niha bê dariştin û herwisa ew hevalnavek be. Lewma me wek “hilbjêrkî” tercîh kir. Spas bo pêşniyaza mamoste Umran Aran. (Têbiniya Diyarnameyê: Nivîskar peyva “Hilbijêrkî” bikar anî bû, ji ber ku li ser vê peyvê hê li hevkirineke tune ye û ji ber ku heta niha me wekî malper peyva “Hilbijartî” tercih kiriye, me wisa guhart. Ev peyveke nû ye li cem me kurdan, ger di vî warî de piranî biryareke bidin, emê jî li gor wê tevbigerin. Heta wê çaxê terciha me peyva “Hilbijartî” ye.
İ- Dr., Akademîsyen, Zanîngeha Mardîn Artuklu, Beşa Ziman û Çanda Kurdî
İİ- Bnr. Şehmus Kurt (2020). Turkiye’de Kurtçe Ogretim Deneyiminin İncelenmesi 1968-2018. Teza Doktorayê ya Çapnebûyî, Diyarbakır: Dicle Universitesi Sosyal Bilimler Enstitusu, 2020.
İİİ- Li ser polîtîkayên zimanî ên Tirkîye’yê û bandora wan li ser kurdîyê û herwisa polîtîkayên zimanê ên bo kurdiye bnr. Arslan, Sevda. (2015). Language Policy in Turkey and Its Effect on Kurdish Language. Unpublished Master's Thesis, Western Michigan University, Graduate College. ; Cemiloglu, Dicle. (2009). Language Policy and National Unity: the Dilemma of the Kurdish Language in Turkey. Unpublished Master's Thesis, Pennsylvania: University of Pennsylvania, Department of Political Science. ; Derince, Mehmet Şerif. (2013, March). A Break or Continuity? Turkeys Politics of Kurdish Language in the New Millenium. Dialectical Anthropology, 37 (1), 145-152. ; İnal, Kemal. (2012). Kurt Sorunun Onemli Bir Boyutu Olarak Dil-AKP Doneminde Kurtçenin Kamusallaşmasi. Egitim Bilim Toplum (EBT), 10 (37), 76-112.; Kolçak, Hakan. (2016). Unfinished Building: Kurdish Language Rights During the First AKP Ruling Period from Nowember 2002 to June 2015. Journal on Ethnopolitics and Minority Issues in Europe, 15 (3), 25-56.
İV- Borak, M. (2008). Rewşa Fêrkirina Kurmancî li Tirkiyeyê. S. Tan ve D. Ozalp (Ed.). Konferansa Parastin û Perwerdehiya Zimanê Kurdî (107-123). Diyarbakir: Diyabakı Buyukşehir Belediyesi.
V- Ji bo zêdetir agahî û şîroveyên li ser TZPKurdî’yê bnr. Sidal, Suleyman. (2019). Yeni Toplumsal Hareketler Baglaminda Turkiye'de Kurtçe Anadilde Egitim Talepleri: TZP Kurdî Ornegi (2006-2011). Tez Doktorayên ya Çapnebûyî, İstanbul: Galatasaray Universitesi Sosyal Bilimler Enstitusu, Siyaset Bilimi Anabilim Dali.
Vİİ- Bnr. Baker, Colin. (2001). Foundations of Bilingual Education and Bilingualism (3. Ed.). Clevedon: Multilingual Matters Ltd.; Skutnabb-Kangas, Tove. (1981). Bilingualism or Not: The Education of Minorities. Clevedon: Multilingual Matters.; Skutnabb-Kangas, Tove. (2000). Linguistic Genocide in Education or Worldwide Diversity and Human Rights. Mahwah: Lawrence Erlbaum Associates.
Vİİ- Bnr. Selda Araz (2014). Enseignement du kurde comme langue optionnelle en Turquie : étude de cas dans la province de Batman. Thése de maitrise, Rouen :Université de Rouen [Hînkirina Dersên Hilbijartî li Tirkîyeyê: Mînaka Batmanê, Teza Lîsansê ya Çapnebûyî, Rouen: Zanîngeha Rouenê; Şehmus Kurt (2020). Turkiye’de Kurtçe Ogretim Deneyiminin İncelenmesi 1968-2018. Teza Doktorayê ya Çapnebûyî, Diyarbakır: Dicle Universitesi Sosyal Bilimler Enstitusu.