Diyarname
Şaxa Platforma Zimanê Kurdî ya Mêrdînê li ser dersên hilbijartî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û banga hilbijartina dersan kir.
Platformê wisa got: "Hedefa me bu kurdî perwerdehî ye. Lê heta em bigihîjin vê hedefa xwe, heta perwerdehiya bi zimanê zikmakî dest pê bike, divê hemû kerd dersên hilbijartî wekî gavek yekem bibînin û hilbijêrin. Ger kurd vê gavê firsendê baş bikar bînin di pêşerojê de dê deriyê perwerdehiya bi zimanê zikmakî vebe."
Platformê dersên kurdî yên hilbijartî wekî mafek hatiye bidestxistin bi nav kir û ev bang kir: "Di vî warî de çiqas astengî derkevin jî divê dê û bav xwedî li kurdî derkevin. Ey kurdino, li mal, li kuçe, li bazarê bi kurdî biaxivin û ey siyasetmedar siyaseta xwe bi kurdî bikin."
***
Nûçe/Nivîsên Eleqedar:
- Dersa Kurdî ya Hilbijartî: Hinek Arguman û Dij-Arguman
- Ji bo hilbijartina dersên kurdî dem dirêj bû
- DTSO'yê hem bang kir, hem Pêşbaziya Çîrokên Kurdî da dest pê kirin
- Îro: Agahiyên li ser dersa kurdî
- Saziyên sivîl ên li Ewropayê banga hilbijartina dersa kurdî kirin
- Parêzerên li Stenbolê banga kurdî kirin
- 6 baroyan jî ji bo kurdî bang kir
- Berdevka HDP'ê Gunay bang kir: Dersa kurdî hilbijêrin