Diyarname
Fîlmê derhêner Mehmet Ali Konar ê bi navê "Govenda Alî û Zîn" îro li gelek bajaran tê nîşandayîn.
Li Stenbolê li Navenda Çanda Fransiz (Taksîma Beyogluyê), li Amedê li Salona N-City AVM (Li Bayramogluya Baglarê), li Batmanê li Sînemaya Petro City AVM (Li taxa Gultepe), li Mêrdînê li Salona Mardian AVM-Cinegoldê û li Çewligê jî li BÎFSAK'ê (Komeleya Klûsa Fotograf û Sînemayê) tê nîşandayîn. Nîşandayîna yekemîn êvara 9'ê mehê saet 19.00'an de ye û çend roj li van deran dê bê nîşandayîn.