HESEKÊ
Duh êvarê (êvara 19'ê mehê) bi dehan endamên hevrêza newiyên Barzanî meşiyan û sloganên Îslamî yên radîkal davêtin û bang li Artêşa Azad dikirin da ku bikevin herêmên kurdan.
Duh saet di 21.00᾿an de li Taxa Miftî ya Hesekê derdora 20 kesî ji endamên hevrêza newiyên Barzanî yên girêdayî El-Partî ya Ebdulhekîm Beşar meşiyan û bang li Artêşa Azad dikirin da ku bikevin herêmên kurdan û kesên ku dimeşiyan jî piranî zarokbûn.
Li ser vê yekê şêniyên taxa Miftî nerazîbûn nîşan dan. Derbarê meşa alîgirên El-Partî de jina bi navê Fatma Ebas nerazîbûn nîşan da û got: ‘’Ev çi ji me dixwazin, em heta dawiyê bi YPG᾿ê re ne û ew me diparêzin, çekdarên îsalamî her derê xirab dikin. Ger kesên dimeşin bi rastî kurd bin, bila li kêleka Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bisekin in.
Welatiyê bi navê Ebdula Ezîz jî nerazîbûn nîşan da û wiha got: ‘’Ger ev kes Artêşa Azad dixwazin bila herin herêmên Artêşa Azad, em dikarin bi hêza YPG᾿ê herêmên xwe biparêzin. Em heta dawî bi YPG᾿ê û Asayîşê re ne.᾿̓
Ji ANHA'yê hatiye girtin