Diyarname
Pêşangeha hunermend Ahmet Guneştekîn a bi navê "Jûra Bîrê" ku li Amedê hatibû vekirin berî dema wê temam bibe ji aliyê Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê ve hat girtin.
Hunermend Ahmet Guneştekîn xebateke taybet ji bo vê pêşangehê amade kiribû. Pêşangeh bi mêvandariya DTSO'yê (Odeya Bazirganî û Sanayî ya Amedê) li Amedê roja 16'ê kewçêra 2021'ê hatibû vekirin. Li gor bernameyê gere heta dawiya salê pêşangeh vekirî ba, lê hat girtin. Pêşangeh li Birca Bizinê hatibû vekirin. Ev der ji bo bîkaranîna xebatên çandî di destê DTSO'yê de bû. Û Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê ev der ji destê DTSO'yê girt û pêşangeh jî betal kir, ligel ku li gor bernameyê gere heta dawiya salê vekirî ba.
GUNEŞTEKÎN: EZ XEMGÎN IM
Hunermend Ahmet Guneştekîn diyar kir ku paşêngeh nava hefteyê ji aliyê 5-7 hezar kesî, dawiya hefteyan jî ji aliyê 15-17 hezar hate temaşekirin. Guneştekîn qala girîngiya vê hejmarê kir û got ku bi vê hejmarê pêşangeh di nav dîroka hunera dinyayê de ketiye nava pêşangehên herî zêde hatiye temaşekirin û ev yek lê zêde kiriye, "Her carê min bi xemgînî anî ziman: Li vî welatî mixabin hê polîtîkayeke çand û hunerê çênebûye. Hê 15 roj mabûn dema pêşangehê temam bibe, pêşangeh hat girtin ku vê yekê teza min rast derxist. Vê yekê ez gelek xemgîn kirim."
Her wiha Guneştekîn sipasiya DTSO û yên piştgirî dane pêşangehê kir.


