Zinarê XAMO*
Dibêjin merivekî bi çavekî hebûye, merivekî gerok bûye. Hal û karê wî ger û seyran bûye. Xwestiye tim here bigere, derên xerîb û dinyayê bibîne.
Rojekê dîsa derketibûye rêwîtieyekê. Pir çûye, hindik çûye, rastî gundekî pir xweşik hatiye. Mîmarîya xaniyên gund, rengên wan pir tevlihev û ecêb bûne, her yek bi hawakî bûye.
Meraq kiriye, berê xwe daye gund. Riyên nava gund, xaniyên gund, tevegerên însanên gund ne normal, pir ecêb bûye. Vê yekê meraqa wî zêde kiriye.
Dema baş bala xwe da gundiyan mesele fêm kiriye. Gundekî koran bû. Jin, mêr, zarok giş kor bûne, kesê bi bi çav tunebûye.
Gerokê bi çavekî biryar daye li wî gundî bijî. Ji xwe re gotiye:
- Qet nebe çavekî min heye. Li vir hem fêda min ewê bigihîje koran, hem jî ezê ji xwe re kêf bikim. Çawa nebe çavekî min heye, ezê bibim serokê wan û ji xwe re wekî mîran bijîm.
Erê gundî giş kor bûne, çavên wan nedidît, lê belê hîsên wan ên din pir xurt bûne. Pir baş bîn girtine, baş bihîstine, baş his kirine.
Li gora xwe sîstemek ava kiribûne, kar û barên xwe li gorî wê sîstemê meşandine.
Mêrik demekê bala xwe daye halê wan. Meşên wan, rabûn û rûniştinên wan, axaftinên wan cihê bûne, ne wekî yên merivên bi çav bûne. Bîn girtin û bihîstina wan pir xurt bûye.
Rojekê korekî diziya korekî din kiriye. Ji ber ku gundiyên din giş kor bûn kesî nedîtiye, lê gerokê bi çavekî dîtiye. Qîriya ye, gotiye:
- Gundîno, filan kesî diziya filan kesî kir, bira haya we jê hebe.
Koran gotine:
- Tu li hinda wan bû, deng hat te? Te çawa bihîst?
Gerokê bi çavekî got:
- Na, ez ne li ba wan bûm.
Gotine:
- Wê demê tu çawa bi viya zanî? Tu ne li ba wan bî, tu nikanî bibihîzî.
Gerokê bi çavekî gotiye:
- Min ne bihîst, min dît. Çavê min heye, ez dibînim.
Koran nizanîbûne çav çi ye, dîtin çi ye. Ji ber ku ji zû de bû giş kor bûne, çav, dîtin ji bîr kiribûne, nizanîbûn însanên dibînin hene. Hemû matmayê mane, ji mêrik re gotine:
- Dîtin çi ye? Tu çawa dibînî? Yanî tu kanî ji dûr ve, ji mesafeya nayê bihîstin jî bizanibî çi dibe, çi diqewime?
Gerokê bi çavekî gotiye:
- Helbet ez kanim bizanibim. Çimkî ez dibînim, çavên min hene.
Koran jê bawer nekirine, jê re gotine emê te îmtihan bikin.
Mêrik birine li dereke dûr sekinandine. Çimkî bi tecrubeyên xwe zanibûne ji wê mesafeya dûr ne mimkûn e tiştek were bihîstin. Dûre jî jê ra gotine:
- Ka bibêje em niha çi dikin?
Gerokê bi çavekî dest pê kiriye, gotiye:
- Hûn rûdinin, hûn radibin, hûn dimeşin, hûn baz didin, filan kes, filan kes xwarinê dixwin…
Yanî koran çi kirine yek bi yek, giş ji wan re rêz kiriye.
Dûre kor çûne ketine hundur xaniyekî, bi dengekî bilind ji mêrik re gotine:
- Niha jî bibêje em çi dikin?
Mêrik gotiye:
- Ji ber ku hûn ketin hindur xênî, ez nabînim hûn çi dikin.
Koran gotine:
- Çi ferq dike em ketine hindur, di nabêna der û hindur de nîv mîtro ferq heye. Heger bi rastî tu dibînî dibê tu hindur xênî jî bibînî.
Mêrik gotiye:
- Di nabênê de dîwar heye, ez nabînim.
Koran gotine:
- Tu derewan dikî, ya bîstek berê texmîneke tesadufî bû, mêze niha tu nizanî em çi dikin.
Mêrik gotiye:
- Derkevin derve ezê bibêjim.
Koran gotine:
- Piştî ku tu ji ew qas mesafê dibihîzî, ha der, ha hindur, ferq nake.
Mêrik gotiye:
- Ez nabihîzim, ez dibînim. Ji bo ku ez bizanibim hûn çi dikin divê ez bibînim. Lema jî divê hûn derkevin derve.
Koran gotine:
- Tiştekî wisa nabe. Di te de problemek heye. Tu tişt miştên beradayî dibêjî, tu tiştên pir ecêb dibêjî. Emê te bi hekîm bidin miayenekirin.
Û bi pêsîra mêrik girtine, bi zor birine ba hekîm. Hekîm jî wekî wan yekî kor bûye. Bi destopelkê mêrik miayene kiriye, destê xwe biriye daniye ser çavê mêrik yê saxlem, yê vekirî û gotiye:
- Min dît, problem di vir de ye. Sebebê gotinên wî yên tewşo-mewşo ji vir e, ji vê qulikê ye, ezê niha rast bikim.
Gerokê bi çavekî xwestibû li welatê koran bibe şah, berî ku hekîmê kor çavê wî yê sax derxîne, revî revî reviya ye, bi zor xwe ji destê koran xelas kiriye.
Hinek kor in, diziyê, şaşiyan, neheqiyan nabînin, dixwazin her kes wekî wan kor be.
*Ji bloga wî "Hindik-Rindik" hatiye girtin


