Cemil OGUZ
Li nav qada kurdî pirtûkên ku gihîştine çapa 10'an û bi 10 hezaran heb hatibin firotin kêm in. Emê niha qala çîrokek din a pirtûkên ku gihîştin çapa dehan bikin. Emê qala "Hînker"a ku Ronayî Onen û Samî Tan amade kirine, ji Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê derketine û gihîştine çapa 10'an bikin.
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di sala 2009'an de pirtûka "Hînker, Asta Yekemîn" bi komîsyonek amade kir ku têde Ronayî Onen, Samî Tan, Sadik Varli û Mevlut Aykoç hebûn derxist. Dûre astên din jî hatin amadekirin lê vê carê tenê Ronayî Onen û Sami Tan hebûn di nav xebatê de û Asta Duyem û Asta Sêyem hatin.
1 ÇAPA 10’AN, 3 ÇAPA 7’AN
Ji ser "Hînkera asta yekemîn” re 11 sal derbas bûn. Heta niha vê pirtûkê 10 çap kirine. Û "Hînker" asta sêyemîn jî bi çapa xwe ya 7'an li pêşberî kesên dixwazin kurdiya xwe pêş bixinin e. Pirtûk dawiya meha borî derket. Vê çapa nû, ew qas çapên zêde û belavkirina bi deh hezaran ji vê pirtûkê kir ku em vê çîrokê pêşkêşî we bikin.
Ev Hînker jî berdewama çapên din e, di hundirê pirtûkê de “çapa yekem” gotine ji ber ku gelek guherîn jî çêbûne têde, lê di rastiya xwe de wekî "Hînker, Asta Sêyemîn" çapa wê ya 7'an e.
Ev pirtûkên “Hînker”an her sal di nav lîsteya pirtûkên kurdî yên herî zêde têne firotin de cih digirin. Di nav pirtûkên dersa kurdî de jî mirov dikare bibêje yên herî zêde hatine çapkirin û firotinin e.
Ji bo çapa nû me bi yek ji amadekarên pirtûkê zimanzan Samî Tan re xeber da. Li gorî gotina Tan ji van pirtûkan heta niha bi deh hezaran hatine çapkirin, ya herî zêde hatiye çapkirin Hînkera Asta Yekemîn e ji ber ku pêşî ew hatiye çapkirin û paşê asta duyem û sêyem tê.
LI NAV KURDAN CARA PÊŞÎ WEKÎ SETEKÊ HATIYE AMADEKIRIN
Em dixwazin Tan li ser "Ferqa Hînkera wan û pirtûkên din ên ji bo hînkirina zimanê kurdî tiştinan bêje", ew dest pê dike, "Ev pirtûk ji ber ku cara pêşî wekî setekê hatin çapkirin ji yên din cuda dibin. Yên din wekî yek pirtûk derketin; wekî 'Gav bi Gav Kurdî', 'Kurdiya nûjen', pirtûka Baran Rizgar, yên Celadet wan hene, lê ên me ev cara pêşî wekî setekê, wekî berdewama hev derketin. Ev Hînker di pratîkê de jî hatin bikaranîn û her hatin nûkirin, di nav pratîkê de kemilî. Enstîtuyê her sal ders da nêzî hezar kesî, ew bi van pirtûkan hatin perwerdekirin. Ji bilî vir li Kurdî-Derê û cihên din jî di perwerdehiyan de hatin bikaranîn. Her wiha çapa vê li Ewropayê jî çêbû. Ji bo vê di pratîkê de her kemilî, di çapên nû de nûbûn hatin kirin. Amadekarên pirtûkê jî bi xwe mamostetî dikirin; ev tecrube bû bo me. Mamoste Ronahî bi salan li Zanîngeha Bilgiyê ders dan, min li Enstîtuyê dan... Ferqa vê ev e. Yên din carekê dihatin çapkirin û hew, lê Hînker wekî setekê bû û berdewamiya wê her çêbû..."
HER ASTEK JI BO ASTEKE KURDÎ
Hînker ku sê ast in, her astek bersiva kê, bi çi awayî dide? Her astek xwendekaran heta ku derê dibe? Li ser vê zimanzan Tan van gotinan tîne ziman: "Asta yekem ji bo yên qet bi kurdî nizanin, kurd bin kurdî nizanin, yan jî biyanî bin û bi kurdî nizanibin. Asta diduyan kesên kurdiya wan heta radeyek heye, dixwazin kurdiya xwe bi pêş bixin, kurdiya nivîskî bi pêş bixin. Asta sêyemîn jî bo kesên Asta Duyem xilas kirine û ji bo yên pêşketî ne. Di Asta Sêyemîn de destpêk heye, lêveger e, asta yekem û duyem tên dubarekirin û paşê derbasî mijarên dijwartir, mijarên din dibin."
'LIGEL ZIMAN ÇANDA KURDÎ JÎ HÎN DIBIN'
Ji serî heta niha her ku Hînker çapa wê ya nû têkirin bi nûbûnê re û bi awayekî pêşketîtir derdikeve. Di Hînkera Asta Sêyemîn a ku niha derketiye de jî nûbûn hene û li ser van Samî Tan wisa dibêje: "Cudatiya vê ji çapên din hin kêmasî hatin rakirin, me zêdetir giranî da tektsên otantîk; ji wêjeya kurdî, helbestê, çîrokan, nivîsên ceribandinê... Xwendekar bi vê ligel zimanê kurdî çanda kurdî jî hîn dibin; edebiyata kurdî hîn dibin. Dîrokê hîn dibin, ji Mehabadê heta çîroka Zembîlfiroş, Melayê Batê, heta sînemaya kurdî, fîlmên Behmen Qubadî, Hinar Selîm dinasin; dîsa ji helbestvanên klasîk heta yên nûjen Arjen Arî, Fatma Savci û yên din nas dikin. Yanê ne tenê ziman, ji gelek aliyan ve çanda kurdî jî hîn dibin."
ASTA MAMOSTETÎ
Di dersên Enstîtuya Kurdî de demek ev Hînkera asta sêyem ji bo mamostetî jî dihat birkaranîn lê niha êdî asta çaran heye û Tan li ser vê jî dibêje, "Dersên ji bo mamostetî 6 mehan didomin. Pêşî me ji bo vê ev asta sêyemîn bikar dianîn lê niha pirtûka Asta Çaremîn heye, di warê ziman de ew tê bikaranîn, pirtûka min a Rêzimana Kurmancî tê bikaranîn û ji bilî van mamoste hin çavkaniyên din wekî alîkar bikan tînin.”
HETA NIHA KES BI TEMAMÎ HÎN BÛNE?
Meraq ew e bi rastî kesek dema van her sê astên Hînkerê bigire û bixwîne dê hînê kurdî (kurmancî) bibe? Heta niha tu mînakên bi vî rengî hene? Samî Tan bersiva "Erê" dide û van lê zêde dike, "Ji bo astên 1-2-3 nimûne hene, li ser van xebetîne û dikarin binivîsin-bixwînin. Ji bo vê divê daxwaz hebe û xwe pêş bixin. Bi van re divê meteryalên guhdarîkirinê jî hebin, pêşî me gavek wisa jî avêt lê piştre pêk nehat. Divê ev valayî bê dagirtin. Divê kes hewl bide, materyalên din xwendin, nivîsin, guhdarîkirin, fêmkirinê jî bi pêş bixin, aliyê nivîskî pêş dikeve, lê divê di nav jiyanê de jî bikar bîne û bi pêş bixe. Dîsa jî nimûneyên wê hene, bi taybetî kesên biyanî hatine, ji asta yekê dest pê kirine û ne tehê hîn bûne, her wiha heta asta mamostetî jî hatine û xwe gihandine. Bi kurdî xebat kirine. Ewên cidî nêzîk bibin ev yek mimkûn e."
Yên bixwazin dikarin “Hînker”an ji Komeleya Lêkolînên Kurdî bixwazin:
Mali: komelekurdi2017@gmail.com
Tel: (0212) 621 8200
- Hînker Kurmancî, Asta Sêyemîn/ Amadekar: Ronayî Onen, Samî Tan / Weşanên Enstîtuya Kurdî / Çapa nû berfanbar 2020
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Kedek mezin ji Welatan heta DÎHA û Enstîtuyê: Samî Tan
- Pirtûkek bi kurdî 10 çap kir û 15 hezar heb firot
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.