Diyarname
Kovara Şermola bi hejmara xwe ya 12’emîn li pêşberî xwendevanên xwe ye. Kovarê di vê hejmarê de li ser “Di wêjeyê de çîrok” dosya amade kiriye.
Kovar Şermola li Rojava bi kurdî û erebî tê weşandin. Kovara ku sê meha carek derdikeve niha hejmara xwe ya payîzê pêşkêşî xwendevanan kir.
Kovarê di vê hejmarê de dosyaya xwe li ser "Di Wêjeyê De Çîrok" amade kiriye. Fehîma Deştan bi sernavê “Çîrok”, Imran Yûsiv bi navê “Çîrok di wêjeya kurdî de”, Pêşroj Cewherî bi navê “Pêşgotinek Li Pênava Pênasekirina Çîroka Kurdî De” nivîs nivîsiye û di nav dosyayê de cih girtiye.
Di hevpeyvîna vê hejmarê de Aram Hesen ligel çîroknivîskar Yaqob Tilermenî hevpeyvînek kiriye.
Di vê hejmarê de nivîsên kesên wekî Abdullah Ocalan, Diyar Bohtî, Lokman Polat, Narîn Omer, Beşîrê Mele Newaf, Îsmet Hesen, Mufîde Koto, Cemîl Xoce, Hêmin Heme Tewfîq, Salihê Heydo jî hatine weşandin.


