Diyarname
Lîstikvan, rojnameger û pêşkêşvan Kenan Işık ev 10 sal bûn di komayê de bû, îro canê xwe ji dest da.
Kenan Işik roja 1'ê kewçêra 1947'ê yi Meletî hatibû dinê. Dema li Meletî dibistana navîn dixwest li Malatya Halkevi bi awayekî amator dest bi lîstina lîstikên şanoyê kir. Ligel yek ji şoreşgerên tirk Ulaş Bardakçi li Enqereyê li heman polê lîse xwend. Wî di heman demê de karê şanoyê domand, dûre Zanîngeha Gazi xwend û ji Beşa Rêveberiya Kamûyê mezûn bû. Işik 1972'Yan de wekî lîstikvanê Şanoyên Dewletê dest bi kar kir. Di jiyana xwe de ligel lîstikên şanoyê di hin fîlman û rêzefîlman de jî rol girt.
Wî di 4'ê avrêla 2005'an de dest bi pêşkêşvaniya Nûçeyên Sereke ya Star TV kir, lê heman salê dest jê berda. Wî dest bi pêşkêşvaniya "Kim 500 Bin Îster" (bi navê guherî, Kim Milyoner Olmak İster) kir û bi vê yekê li nav hemû Tirkiyeyê navdar bû.
Kenan Işik di sala 2010'an dema referandûma ji bo guherîna Zagona Bingehîn de gotebû ezê dengê "Erê" bikar bînim.
Roja 21'ê adara 2024'an piştî sporê sû saunayê, wê kêliyê ji ser xwe çû û li erdê ket; serê wî li cihek ket. Ew rakirin nexweşxaneyê. Işikê ku xwîn çûbû mejiyê wî, emeliyet kirin û ji wê kêliyê ve ew nehatibû ser xwe.
Işik roja 29'ê tîrmeha 2024'an canê xwe ji dest da.


