FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ
Nofa navê pirtûka çîrokên Hecî Nehsan e. Çîrokên gelek cuda, çîrokên bayê avsuniya romantîzmê direşîne ser giyana mirovan. Kî dixwaze çêja xwendina çîrokan wergire, yan jî dixwaze çîrokan binivîse, divê berê, van çîrokan bixwîne.
Hecî Nehsan di sala 1974’an de li gundê Korika yê girêdayiyê Kobanî tê dunê. Di sala 1991’an de tevlî tekoşîna azadiyê dibe. Niha li girtigeha Sincanê dimîne. Gelek helbest û nivisên wî di kovara Çirûsk, Kovara W, Hawara Botan, Eylûl, Golik û di Azadiya Welat de hatin weşandin.
Nofa di vê berhema çîrokan de serenavê çîroka heştan e. Ev peyva hima bigire hîç nehatiye bîhîstin, navê keçeke sipahî lê bext û qirdê wê kor e. Nofa û Nado ji hev hez dikin, Nado soz dide ku wê bixwaze, li ser soza xwe disekine, bavê xwe dişîne wê dixwaze, lê bavê Nofayê wê nade wî. Nofa û Nado bi hev şadibin. Nofa ducanî dibe. Nado di nava çem de mirî tê dîtin. Nofa ji ber ananeyan di nava xirbeyên xaniyeke kavilbûyî de wê zarokê ji ber xwe dike. Bi salan dû re yekî dewlemend ê nav Bro, Nofayê dixwaze. Nofa şeva yekem rastiya xwe ji wî re dibêje. Bro destê xwe nadiyê û navê wê jî dernaxe, li pey demekê wê berdide. Ew wek jinebîyeke bi derdan dagirtî dimîne.
Hemû çîrokên din jî ji tekoşîn, berxwedan, anane, kul û birînên civakî hatine hilbijartin. Mînak “Êşa Wijdanê” Keçeke bajarî diçe nava gerîlayan, lê nikane wî barî hilgire, bi awayekî hestê wê şikestî, rûreşiyeke giran di ser wê de hatibe vedigere, ji jiyanê sar dibe, dixwaze vê rewşa xwe binivîse, lê ji ber êşa wîjdanê nikane wê jî bike.
Keça Winda; jî çîroka keçeke bi mirinî li ber xwe daye, di êşkenceyên bêbeht û hov de gihîştiye şahadetê û navê wê di nava wendahiyan de ye. Ew û hevelekî xwe yê mêr tên girtin. Lê hevalê wê êşkencê ranagire, li xwe mikur tê. Keça dilpola û dilsoz lîbasê berxwedêriya jina Kurd li giyana xwe dilefîne û li ber xwe dide. Dagirkerên xwînxwar wê dikujin û laşê wê davêjin newalekê.
Hemû çîrok bi zimanekî gelek xweş, wêjeyî û herikbar hatine nivisandin. Eger yekê ewropayî ev çîrok nivisandîba û yekî wergerandiba Kurdî, dê rexnegir û rewşenbîrên me yên gewre bigotana; “Franz Kafka di siya wî de maye”. Lê ji ber ku Kurdekî dilar nivisiye, dibe ku bala kesî jî nekişîne.
Çend hevok:
“Hêza payînê hêza sebrê ye, hêza sebrê ji hemû hêzan xurtir e.” r. 15
“Ez têdigihîştim ku ew êdî di xewa xwe de xewnên havînî dibînin û pê berfa xedar dihelînin.” r. 19
Bêhnek ji çîroka bi serenavê “şopa di îskanê de”: “Xwedêyo; Ma ev çi hal e? Keç û xortên xelkê li seyrangehan û li baxçeyan bi destê hev girtine, tama evînê dimijin, em jî her roj evîndarên xwe didin axa sar. Va ye, me delalê ber dilê xwe bi rê kir, ka wê li me vegere?” r. 24
“Her ku gul sor dibûn, bêrîtî û çûyînên bênasîn di hestên Rûgeş de cî dikolan.” r. 33
“Sernermiya min di navbera bêdengiya lambe û tarîtiya şevê de kûr bû, heta trîjên rojê şev qewirand.” r. 39
“Rengê reş sucdarî, rengê kesk îman, rengê sipî hêvî.” r. 75
“Dizanim ku biaxiviyama jî, ji her peyvekê tîpek kêm bibaya û dê tu tişt ji min fêm nekira. Jixwe carnan peyv ji nêrîn û mîmikan bihêztir in.” r. 83
“Sînor wekî hûtekî har li ber gund ramedyabû. Salê sê-çar mêr dadiqurtandin. Zarokên sêwî mayî li pey tola bavê xwe diketin û berê xwe didan sînor.” r. 89
- Nofa / Hecî Nehsan / Weşanên AR / Stenbol, 2014 / 95 rûpel e.
balani51@gmxl.de
29.06.2016, Yenî Ozgur Polîtîka