AMED
Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo "15'ê Sermawezê, Roja Nivîskarên Girtî ya Dinyayê" li avahiya xwe ya li Baglara Amedê panelek li dar xist. Hevserokê MED-DER'ê Firat Ronî, rojnameger Roza Metîna û nivîskar Hemîd Dilbihar beşdarî panelê bûn.
Rojnameger Metîna piştî axaftina destpêkê kir û gotin da Ronî. Hevsekorê MED-DER'ê Ronî diyar kir ku di berxwedana kurdan de zimanekî wêjeyê derketiye pêş û qala berxwedanên li girtîgehan kir.
Nivîskar Hemîd Dilbihar jî got ku girtîgeh cihê berxwenê ye û ev yek lê zêde kir, "Girtî bi fikir û raman xwe wêjeya kurd pêşxistine. Ligel hemû rewşên neyînî jî girtiyan berhemên mikemel afirandine. Mixabin xwedî li van berheman dernayê. Em hemû bi hev re gere vê kêmasiyê ji holê rakin."
(Foto: MA)


