Hevpeyvîn: Dawud Rêbiwar - Cemil Oguz
Di beşa "Gotin ê weşangeran e" de vê carê Xwedî û Edîtorê Weşanên Doyê Huseyîn Gunduz bersiva pirsên me dide.
- Kekê Huseyîn, eger ji bo te ne problem be pirsa me ya pêşîn ew e; berî ku tu dest bi karê weşangeriyê bikî te çi kar dikir?
Min pirtûkfiroşî dikir, li Antalya û Mêrsînê. Berî karê pirtûkfiroşiyê jî min rojnamegerî dikir.
- Piştre te li Weşanên Sîyê dest pê kir bi Muslum Yucel re ketî nava karê weşangeriyê…
Piştî ku min dest ji karê rojnamegeriyê berda, ez û Muslum li ser karê weşangeriyê hinekî peyivîn. Lê belê rewşa me ya aborî tunebû ku em dest bi karekî wiha bikin. Piştî salekê Muslum li min geriya û got emê karibin weşanxaneyekê vekin. Wê gavê min pirtûkfiroşî dikir. Piştî du sal derbas bûn ez hatim Stenbolê û bi Muslum re xebitîm. Belê neçû serî û di sala 2006’an de Muslum dest ji karê weşangeriyê berda. Weşanxaneya bi navê ‘Elma’yê girt. Ez jî mam bi tenê.
- Çi bi Weşanên Sî hat? Çima nedomiya?
Çima nidomiya? Sedema yekemîn kurd naxwînin loma. Pirtûk neyên firotin wê çawa weşanxane kar bike? Ya diduyan jî ji xêncî xwendevanên kurd nivîskar jî naxwînin. Yanê ji kok de xwendevan tune ye. Her nivîskarek kurd, -ku di wê demê de me jimartibû û dora 700 navê ku bi kurdî dinivîsand hebûn- tenê ji her du pirtûkê ku bi kurdî derdikeve yek stendibûya Sî nedihat girtin.
- Di weşanên “Sî” û “Elma”yê de çend pirtûkên kurdî hatin çapkirin?
Nêzî 50 pirtûkî hatin çapkirin.
- Dûre te bi serê xwe Weşanên Do ava kir. Ger pirtûk nayên firotin, nikare berdewam bike çima Do ava kir?
Yek jê Piştî Sî’yê Elma jî hat girtin. Piştî girtina Elma’yê Muslum jî dest ji kar berda û ez tenê mam. Stenbol ji min re xerîb bû. Lê belê min dixwest ku ev karê ku me dest pê kiri ye di nîvî de nemîne. Loma jî ji nû ve bi navekî nû min dest bi vî karî kir.
- Heta niha te bi logoya Do çend pirtûk weşandin, çend kurdî çend tirkî ne?
Heta niha min 50 pirtûk weşandin. 23 heb bi kurdî, yê din jî bi tirkî ne.
- Bo ku tu pirtûkekê çap bikî an jî layiqê weşandinê bibînî rêgez û pîvanên te çi ne?
Ziman, berî her tiştî ziman muhîm e. Ziman tune be pirtûk jî tune ye. Ku zimanê hatibe bikaranîn baş be ji sedî 60 ew pirtûk nêzî çapkirinê dibe. Yanî ku helbest be zimanê helbestê tê de heye tune ye? Ku roman be zimanê romanê tê de heye tune ye? Ya din jî naveroka nivîsan. Ku kitêbek lêkolîn be û wekî romanê hatibe nivîsandin ezê nikaribim çap bikim. Divê bi rastî jî di wê kitêbê de lêkolîn hatibe kirin. Ne wiha be, ji xwe maneya çapkirinê jî namîne. Û tiştek din jî ew e ku, hin pirtûk tên ber destên min, kurdekî nivîsandiye û ji kurdekî din re çi hatiye ber dev gotiye, ez tiştên wiha jî çap nakim. Di nav wan de dibe ku hin rastî jî hebin, belê nerastiyên wan bêhtir in. Loma jî ez çap nakim.
- Her sal tu bernameyekê datinî ber xwe li gor konseptekê pirtûkan çap dikî? An hema tu li bendê dimînî kîjan pirtûk were ber destê te tu wê çap dikî?
Naxêr, pirtûk gelek tên ber destê min lê ez tevan çap nakim. Ji ber ku min bi navê Do nû dest bi vî karî kir min tu konsept ev du sal e li ber xwe dananî. Belê ji niha û pê ve wê konseptek Do’yê hebe, lê dîsa jî ew konsepta ku ez deynim ber xwe, ezê xwe ji sedî 50 pê ve girê bidim. Ji ber ku kurd di nivîskariyê de, di weşangeriyê de hê jî ne li cihekî bilind in.
- Ji gazinên herî zêde tên kirin yek jî meseleya bi pereyan çapkirina pirtûkan e. Gelek nivîskar li dijî vê rewşê derdikevin. Di vî warî de tu dikarî çi bibêjî? Tu kîjan pirtûkan û çima bi pereyan çap dikî?
Ez peyva xwe ya dawî di serî de bibêjim. Min heya niha kitêb bi pereyan çap nekiriye. Min kitêb firotiye nivîskaran û bi qasî heqê kitêban min pere ji nivîskaran xwestî ye.
Piştî vê yekê; nivîskarên me eger ku gazinan dikin, gazinên wan ne ji me ye, gazinan li xwe dikin, belê bi nezanî li xwe dikin. Niha hûn li malperan binêrin, li kovaran û li kitêbên hatine çapkirin binêrin, nêzî du hezar kes bi kurdî dinivîsin. Belê 200 kitêb nayên firotin. Ku ev kitêb nayên firotin nivîskar çawa dinivîsin? Bê xwendin li tu derê dinyayê nivîsandin tune ye. Pêexember û fîlozofan berê xwendine, dawiyê nivîsandine. Nivîskarên me naxwînin. 200 kitêbên ku em difroşin jî ez di wê baweriyê de me ku pirên wan ji aliyê xwendevanên ne nivîskar ve tên stendin. Gotina min ew e, nivîskarên kurd kengî dest bi xwendinê bikin wê gavê wê gazincên wan jî biqede. Belê sebep ne tenê ev e, belê para mezin a wan e.
- Gelo her nivîskarekî pereyê wî hebe, li gor gotina te bi qasî mesrefê pirtûkê pirtûka xwe ji te bikire tu dê pirtûka wî/ê çap bikî?
Na, ên ku pereyên zêde û zêde dixwazin bidin û pirtûkên wan çap bikim jî hene. Belê ez çap nakim. Di vir de tiştekî din jî derdikeve ber çavan. Gelek caran nivîskar bi xwe gava digerin peyva wan ev e: “Gelo mesrefê vê kitêbê çiqas e tu dikarî bihesibînî?”
- Ji pirtûkên ku te weşandin pirtûkek kurdî ku te jê pere qezenc kiriye heye?
Min ji hemû pirtûkên kurdî xisar kiriye. Ku xisara min di pirtûkên kurdî de tunebûya, ji xwe min dê bi tirkî çap nekira.
- Li cem te qet pirtûkek kurdî ya ku ji yekî zêdetir çap kiriye heye? Ango qet pirtûkên çapa duyem kirine hene?
Naxêr.
- Problemeke din jî mijara telîfê ye. Di kîjan rewşê de tu dê bikaribî telîfê bidî? Ji bo dayîna telîfê pîvaneke te heye? An jî pirtûkek çend heb di çi qas demê de bê firotin tu dê heqê telîfê bidî?
Ez telîfê didim. Belê ne wekî pere. Ez di şûna telîfê de 100 kitêbî didim nivîskaran.
- Tu bi nivîskarê/a xwe re peymaneke fermî çêdikî yan na? Eger tu çênekî sedem çi ye?
Çêdikim. Belê piranî ne bi nivîskî.
- Di warê edîtoriya weşanxaneyan de ji nivîskaran gelek rexne hatin. Em bawer in gelek caran tu bi xwe jî bi rexneyên wiha re rû bi rû dimînî… Ji bo pirtûkên di Weşanên Doyê de tên çapkirin edîtoriyeke çawa tê kirin? Kî dike?
Ez dikim. Belê gava her kitêbekê hazir dikim bi rastî jî li ser dixebitim. Belê gelek caran nivîskar pêşiya min dibirin. Naxwazin ku dest bidimê. Dawiyê jî rexne tên. Hem ji aliyê xwendevanan ve hem jî ji aliyê nivîskar bi xwe. Belê edîtorî di nav me kurdan de baş rûneniştiye. Ez bawerim di salên pêşiya me de wê baştir be.
- Di Diyarnameyê de bi navê "Pirsgirêkên nivîs û nivîskariya kurdî" nîqaşek hate meşandin. Te ew nîqaş şopand? Têkildarî weşanxaneyan gelek rexne hebûn, ji hin nivîskarên bi gilî û gazinc jî ew nivîskar bûn ku pirtûkên wan ji Weşanên Doyê derketine. Li ser rexneyên nivîskaran tu çi difikirî?
Rexneyên tu nivîskarên Do’yê nizanim. Belê ez bi xwe jî piştî çapkirina kitêban xwe rexne dikim. “Xweziya ev der wiha ba, xweziya min ev tişt wiha kiribûya…” Belê her tim rexne hene û rexneyên erênî ez wan didim ber çavên xwe, lê hinek rexne jî ne rexne ne, rexneyên badilhewa ne.
- Di nav rexneyên nivîskaran de hin rexneyên giran hebûn ku mirov digot qey nivîskar bi halê weşangeran nizanin; di navbera te û nivîskarên te de têkiliyeke çawa heye? Danûstendina we çawa ye? Wekî nimûne tu qet li ser tîraj an jî hejmara pirtûkên ku hatine firotin nivîskarên xwe agahdar dikî?
Kîjan nivîskar li min bigere û di der heqê kitêbên xwe de bixwaze agahiyekê bistîne ez agahiyê didim. Carinan ez bi xwe jî li wan digerim û rewşa kitêbên wan ji wan re dibêjim.
- Tu pirtûkên xwe çawa belav dikî? Li hemû deverên navendî pirtûkên ku te çapkirine hene an na?
Em pirtûkên xwe li bajarên Kurdîstanê û bajarên Tirkiyeyê tev belav dikin. Belê wekî min li jor jî got nayên firotin.
- Tu didî şîrketên belavkariyê?
Erê, lê ew jî ji her kitêbek kurdî herî zêde 20 heban distînin û belav dikin.
- Ji bo reklam û danasînê tu xebateke çawa dikî? Te qet ceribandiye pirtûkek reklama wê zêde be gelo hejmara firotina wê jî zêde dibe?
Min reklam kir çend caran. Belê di firotanê de tu guhertin çêne bû.
- Gotineke te ya dawî hebe kerem bike...
Spas dikim ji ber vê xebata we ya li ser pirsgirêkên nivîskar û weşangeran.