AMED
Îro bi organîzeya Komeleya Wêjekarên Kurd nivîskarên kurd di civîneke bi taştê de hatin ba hev û qala pirsgirêkên xwe kir.
Nivîskarên kurd di civînê de hatin ba hev ku di nav de Hevserokên Komeleya Wêjekarên Kurd Mehmet Deviren û Sultan Yaray, Mebûsê HDP'ê Hasan Ozguneş û gelek nivîskarên din amade bûn.
Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Mehmet Devîren xwest ku iji bo kurdî bi saziyên ku li ser kurdî xebatê didin re di nav têkliyê de bin û ji îro pêde jî çi ji destê wan bê dê bin. Em hatin ba hev em xwedî li keda xwe derkevin.
Hevseroka komeleyê Sultan Yaray jî got ku em dibînin her weşanxane ligel nivîskarên xwe tê ba hev, ev jî dike ku nivîskarên me kêm hev du nas bikin, ev jî di warê xebatê de dibe sedema pirsgirêkan.
Hevserokên komeleyê diyar kirin ku ji îro pê de jî dê çalakiyên wan ên bi vî rengî bidomin.


