Diyarname
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir wekî Serokê GABB'ê ji bo Komîsyona Jêrîn a Lihevkirinê ya Zagona Bingehîn a Meclisa Tirkiyeyê axivî û xwest ku di warê nasname, ziman û statuyê de guherîn pêk bên. Baydemir pergala rêveberiya herêmî xwest.
Komîsyona Jêrîn a Lihevkirinê ya Zagona Bingehîn a Meclisa Tirkiyeyê ji bo guh bide dîtin û pêşiyarên wan vê carê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir, Şaredara Baglarê Yuksel Baran û Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokhan kir mêvanên xwe. Hevdîtin 45 deqe hatibû plankirin lê saet û nîvekê dom kir.
Baydemir wekî Serokê GABB'ê (Yekîtiya Şaredariyên Başûrê Rojhilat) ji bo komîsyonê dîtin û pêşniyarên xwe anî ziman.
Vane ji gotinên Baydemir hin not:
- Divê zagona bingehîn bibe zagona çareseriyê.
- Divê Tirkiye rûpeleke nû veke û dawî li birakujiyê bîne, ji bo vê yekê jî divê mirov dilpola be û deriyê mirov ji bo diyalog û îstîşareyê vekirî be.
- Ger dixwazin li Tirkiyeyê êdî turk gule bernede kurdan, kurd gule bernedin tirkan divê bersiva daxwazên nasname û zimanê kurdan bê dayîn.
- Dikarin mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bêdayîn, bi sazkirina pergaleke rêveberiya herêmî meseleya nasnameyê jî dikare bê sazkirin.
- Em wekî GABB'ê rêveberiya ji herêmê pêşniyar dikin. Perspektîfa vê yekê ew e ku mekanîzmayên biryarê ji herêmê bêne xebitandin.
- Bi gotineke eşkeretir: Li Tirkiyeyê ji bo her kesî zimanê fermî tirkî ye wê ev bidome. Meclisa Tirkiyeyê vîna hevpar a gelên Tirkiyeyê û platforma hevpar be. Lê digel vê ji bo xwerêvebirina ji hêrêmê, ji bo em xwe bigihînin dinyayê hemdem, ji bo xwîna birayan nerije îro rêveberiya herêmî jêvenager e.
- Rêveberiya herêmî ne tenê ji bo herêmên ku kurd lê dijîn, ji bo Ege, Marmara jî em pêşniyar dikin. Em vîneke nû, em pergala rêveberiya siyasî pêşniyar dikin.