logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Gelo plana Kazimî ji bo pêşerojê çi ye?

Piştî hemû hewldanên çareseriyê yên di nav pergala Iraqê de bê encam man, herî dawî Mistefa Kazimî wekî figurekî rizgark

  • Dîrok: 07/07/2020
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Mem AVBA
Di dîroka nêz a Iraqê de navê General Ebdulkerîm Qasim xwedî cihekî girîng e. Piraniya pêkhateyên 
Iraqê jî bi erênî behsa Qasim dikin. Baş e di rastiyê de Ebdulkerîm Qasim kî ye?

Ebdulkerîm Qasim, ji pêkhateya nasyonaslîst a erebî e. Lê paşê felsefeya sosyalîzmê nas dike û li Iraqê dibe şopdarekî wê yê xurt. Qasim, bi alîkariya çend fermandarên payebilind ên leşkerî sala 1958’an bi darbeyeke leşkerî dawî li qraltiya Melîk Faysalê 2’yemîn tîne û li Iraqê pergala komarê ava dike.

Di vê serdemê de pêla pergala komargerî û sosyalîzmê li Iraqê (li tevahiya herêmê jî) her diçe bilind dibe. Ev jî rastî nerazîbûna şahidiya Îranê û DYA'yê tê. Lewma salên 1959 û 1963’yan du caran li hemberî Ebdulkerîm Qasim hewldana darbeya leşkerî pêk tê. Di 1959’an de hewldana yekem a darbeyê nagihîje armanca xwe lê darbeya duyemîn a 1963’yan li hemberî Ebdulkerîm Qasim ku Baasa Iraqê pêşengiya wê dikir, pêk tê û digihê encamê. Bi vê darbeyê, li Iraqê dawî li pergala komargeriyê tê û sîstema Baasa sunnîger tê ser desthilatdariyê. Jixwe tê zanîn ku ev pergala xwe dispêre nijadperestiya erebî ya sunnî heta sala 2003’ya bi destwerdana DYA'yê û hilweşandina rejîma Seddam Huseyîn didome…

Di vê heyamê de ku cîhan bi du bîrdoziyên serdest ên wekî kapîtalîzm û sosyalîzma pêkhatî dihat birêveberin, sîstema komargerî wekî alternatîfekê derdiket pêş û zêdetir ji bendewariyên xelkê re dibû bersiv. Lê belê pergala DYA'yê ya kapîtalîst ji vê pêşketinê nerazî bû. Bi destwerdanê, yan jî bi hilweşandinê divê bixista xizmeta xwe.

Ji sala 2003’yan ve pergal hat guhertin, hilbijartin çêbûn, kes û eniyên cuda hatin desthilatdariyê. Lê belê qeyrana civakî-siyasî-leşkerî-aborî hwd. kûrtir, firehtir bûne û bûne girekorek. Nexasim bi derketina DAIŞ'ê, derketina hinek hêzên din ên leşkerî-siyasî li Iraqê

pirsgirêk kûrtir bûye. Piştî hemû hewldanên çareseriyê yên di nav pergala Iraqê de bê encam man, herî dawî Mistefa Kazimî wekî figurekî rizgarker ku hîç nedihat nasîn, derkete holê. Baş e Mistefa Kazimî kî ye, dixwaze çi bike û kî li pişt wî ye?

Mistefa Kazimî, kesayetekî şia û xwedî feraseta neteweperestiya erebî ye. Lê belê heta niha jî rûyê xwe yê rast nîşan nedaye ku xwedî kîjan bîrdoziyê ye. Ev mijar zelal e ku Kazimî berê di nav istîxbarata

Iraqê de cih girtiye; pêwendî û girêdanên wî yên kûr bi îstixbaratên herêmî û cîhanî re hene. Lewre der barê xalên lawaz ên hundirîn û derveyî de serwext e…

Di dema teqdîmkirina Mistefa Kazimî ya ji bo serokwezîrtiyê de DYA'yê li Iraqê manewrayeke siyasî kir: ew jî ‘pak-kirina Sedam Huseyîn bû!’ Ango got ‘çekên Sedam Huseyîn ên kîmyewî nîn bûn’. DYA'yê bi vê gavê xwest dilê aliyê sunnî xweş bike, bi şîayan re lihevkirinê bide çêkirin ku her du alî jî piştevaniya Kazimî bikin. Ev manewraya siyasî ya DYA'yê di rastiya xwe de ji bo mayîndekirina hebûna xwe ya li Iraqê bû ku bikare hebûna Îranê lawaz û bêbandor bike. Kazimî, bi angaşta çareserkirina ‘xalên sor’ hat ser desthilatdariyê. 

Çi ne ew xal heta niha kesî nekariye çareser bike?

- Divê hinek komên di nav Heşdî Şebî de ku nêzî Îranê ne divê bên bêbandorkirin.

- Parastina binke û baregehên DYA'yê û mayîndekirina hebûna wê ya li Iraqê.

- Sînordarkirina desthilatên federalî (hikûmeta herêma Kurdistanê-Şengal) û li seranserê sînor serwerkirina artêşa Iraqê!

- Li ser navê zêdekirina îtîbara dewletê dixwaze hemû hêza çek û çekdaran ji zagona fedaralî derxe, bixe bin kontrola desthilatdariya navendî.

- Dixwaze hemû deriyên sînor û çavkaniyên sererd û binerd bixe bin serweriya desthilatdariya navendî.

- Dîsa divê Kazimî di demeke kurt de serjimariyê çêke û welat ji hilbijartineke asayî re amade bike.

- Qedandina gendeliya aborîsiyasî-ewlehî..!

Heta niha bi qasî eşkere bûye yek ji yên piştgiriyê didin Kazimî DYA ye û beşek ji xelkê Iraqê ye…

Gelo çiqas pêkan e ku Kazimî bi ser bixe? Bi destgirtina van xalên sor dê Kazimî Iraqê bigihîne aramiyê, yan hilweşînê? Gelo Kazimî jî dê bi derdê Qasim biçe yan na? Gelo wiha bidome di Iraqê de wê şerekî navxweyî pêk were û dîsa DYA (NATO) bibe ‘rizgarker û hewariyê demokrasiyê!’

Ji Xwebûnê hatiye girtin (Hejmar 29, 6-12 tîrmeh 2020)
**
Têbiniya Diyarnameyê: Sernavê nivîsê "Gelo Kazimî jî bi derdê Qasim diçe?" bû, me guhart.


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

99 kesî ji bo Çayan Demirel bang kir

ad

'Sînemaya Serbixwe' taybetiyên fîlmên kurdî nîqaş dike

ad

Kursî xwu teslîmê lacê xwu kerd

ad

Ocalan: Bila pêvajo veguhere asteke nû

ad

Navê Xanî rakirin yê Çelîk xistin dewsa wê

ad

Bernameya Şanoya Bajêr a Amedê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname