Diyarname
Maçên Kûpaya Ziraatê ya Tirkiyeyê îro hatin lîstin. ji tîmên bajarên kurdan Amed Sporê Tarsus İdman Yurdu kir mêvan û bi 3-2 bi ser ket.
Maç li Stada Diyarbekirê hat listin. Tîma mêvan Tarsus Îdman Yurdu di deqîqeya 9'an de bi gola Huseyîn Çolak bi 1-0 derket pêş. Di deqîqeya 43'yan de carek din Çolak derket ser dikê û tîma xwe bi 2-0 derxist pêş. Nîveka yekemîn bi vî awayî bi dawî bû. Di nîveka duyemîn de heta 81'ê tu guherîn çênebûn. Di vê deqîqeyê de ji Amed Sporê Cerem Talha Dinçer hêvî da tîma xwe û di deqîqeya 90+2 de Huseyîn Gungor gola wekheviyê û hêviya Amed Sporê bilind kir. Di kêliyên êdî maç bi dawî dibe de, di deqîqeya 90+4'an de Okan Denîz li ser navê Amed Sporê gotina dawî got: 3-2.
Bi vê encamê Amed Spor derbasî Dora 4'an bû.
Di maçên din ên îro de Ankaragucu Soma bi 2-0, Akhisarê Bergama Bld bi 4-2, Bolusporê Çarşamba bi 1-0, Eyupsporê Buca 1928 bi 2-0 û Altayê Derince bi 5-1'ê têk bir û derbasî Dora 4'an bûn.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Maçey kûpa ay Amed Sporî eyro ya
- Di kûpayê de reqîbên Amed Spor û Diyarbekir Sporê diyar bûn
- Mardîn, Igdir û Agri Spor bi ser ketin
- Ji bo Dora 2'yemîn pişke hat kişandin
- Di Dora Yekem de tîmên kurdan jî hene
***
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarnameMALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com