Diyarname
Vê hefteyê 10 fîlm dikevin vîzyonê. 3 heb ji yên Tirkiyeyê ne. 7 biyanî ne ku yek jê anîmasyon e. Ji nav van "Hotel Mumbai" û "The White Crow" derdikevin pêş.
"Hotel Mumbai"
Olperestên tundiraw li bajarê Mumbai roja 28'ê sermaweza 2008 êrîşê Hotela Taj dikin. Ev otela ku ji bala 1903'yan ve bi 5 stêrkan di xizmetê de bû di heman demê de cihê fînansa Hindistanê, mala Bollywoodê bû jî. Ev êrîşa terorîstî niha bi mijara fîlmekî bi navê "Hotel Mumbai" li pêşberî temaşevanan e. Fîlmê ku derhêner Anthony Maras kişandiye hêjayî temaşekirinê ye. Di fîlm de Dev Patel, Armie Hammer, Nazanin Boniadi û Anupam Kher dilîzin.
"The White Crow"
Fîlmê derhêner Ralph Fiennes "The White Crow" (Qijika Spî) li ser çîroka balerînekî navdar balet Rudolf Nureyev hatiye kişandin. Balerîn Nureyev di salên 1950'yan de li Rusyayê bi hunera xwe bal kişand. Fîlm çîroka wî pêşkêş dike. Di fîlm de Oleg Ivanko, Ralph Fiennes, Adèle Exarchopoulos û Chulpan Khamatova dilîzin.
Vane hemû fîlmên vê hefteyê:
- Anna / Derhêner Luc Besson
- The Summer House / Derhenêr Valeria Bruni Tedeschi
- Charlotte The Return / Derhêner Nathan Crooker, Kayden Phoenix, Ruben Rodriguez
- The White Crow / Derhêner Ralph Fiennes
- The 13th Friday / Derhêner Justin Price
- Hotel Mumbai / Derhêner Anthony Maras
- Toy Story 4 / Derhêner Josh Cooley / Anîmasyon
- Kalpten Gerdanlik / Derhêner Bultan Nil Turan
- Guller / Derhêner Mehmet Gun
- Bahtsiz Bedri / Derhêner Fatih Mehmet Karakuş